Ji GOÇ-DER’ê rapora Sûrê

GOÇ-DER’ê li ser Sûrê raporek amade kir. Di raporê de tê gotin, dewlet piştî kavilkirinê niha bi pey rantê ketiye, gel li gel her tiştî dev ji şûnwarê xwe neqeriya ye û ti hêvî û bendewariya wê ji dewletê nîne.

Komeleya Hevgiriya Bi Koçberan re û Komeleya Hevgiriyê (GOÇ-DER), Şûbeya wê ya Amedê li ser Sûrê ku ‘qedexeya derketina derve’ dom dike, bi şêniyên navçeyê re hevdîtin kir û raporek amade kir.
Di raporê de tê gotin ji dema 11’ê Kanûna 2015’an ji hêla walitiya Amedê ve li 6 taxan qedexe hate danîn ku hê jî berdewam e, li navçeya ku her kuçe û kevirê wê dîrok jê difûre ji hêla leşker, polîs û cerdevanan ve hatiya talankirin.

'KU ŞER NEBE JÎ MAL TÊNE KAVILKIRIN'

Di raporê de wiha tê gotin:

Hate dîtin, li cihê ku şer lê nebûye jî hin mal têne xirakirin. Malbatên ku vegeriyana taxên qedexekirî lê kavilkirin nîne bi kêşeyên elektrîk, av û kêşeyên jêr avaniyê re hevrû dibin û ji wan re tê gotin ji bo çareserkirina kêşeyên bi vî rengî ew ê li bendê bin ku cihê ku kavilkirina wan destpêkiriye bi dawî bibin û piştre dest bi xebatan bikin. Herwiha tê gotin xebatên elektrîkên û yên şaredariyê yên ji bo jêr avaniyê ji hêla hêzên leşkerî ve têne astengkirin.

'DEWLET LI PEY PEREYAN E'

Hate dîtin ku pêvajoya tespîtkirina ziyanê di bin kontrala walîtî û qeymeqamiyê de tê kirin. Di dema xebatên tespîtkirina ziyanê de walîtî û qeymeqamî pêşniyar kiriye ku 5 hezar TL desteka madî bidine malbatan lê malbatan diyar kirine ziyana wan ne kêmî 15 hezar TL’yî ye û ji bo vê jî ev qebûl nekirine. Hate dîtin ji bo pêvajoya tesîta ziyanê were dîtin di bin banê walîtî û qeymeqamiyê de buroya serîlêdanê hatiye vekirin, li vê derê serlêdana malbatan qebûl dibe, qadên bicihûwarbûnê yên ku ji bo malbatan tê nîşandan jî bi fiyetekî di ser nirxê rayîçê re tê diyarkirin û malbatê deyndarî dewletê dikin.

Tê diyarkirin piraniya ziyana ku li taxan bûye ji hêla cerdevanên ku ji Çinarê hatin pêk hatiye. Tê gotin di raporên polîsan de jî ev tê diyarkirin. Ji ber ku tax bi temamî girtiye ti malbat nikarê vegere.

'JIYAN Û DÎROKA HEZAR SALAN HATE TINEKIRIN'

Ji Weqfa Dêra Ermen a Surp Gragos Gafur Turkay diyar kir li Sûrê dîroka 7 hezar salî a bênavber heye, 3 dêrên sazkar ên Ermenan hene, lê ji ber ku di dema şer de ev der weke baregeh hatine bikaranîn pir ziyan gihaştiye wan. Ji ber sedema ku dewletê beriya bi salan bi ‘’zagona camewerîkirinê’’ dest li ser dêran û hemû mal û milkê wan daniye. Herî dawî jî diyar kir di şerê Sûrê de dîroka 4 hezar salî hatiye tunekirin. 12 dikanên wan hatine şewitandin, dêra ku 4 mehan girtî maye bi temamî ziyan gihaştiye. Diyar kir ku ew li Amedê ji diya xwe bûye, demeke dirêj li vir esnafî kiriye, bi sedan sal in ku bi hev re dijîn û bi kêşeya wan nîn e. Herî dawî jî diyar kir ku ew naxwazin kesek bimire û li herêmê aştî pêk were.’’

'XEBATÊN BAZIRGANIYÊ RADIWESTE GEL NIKARE BIGIHIJÊ SER MALÊN XWE'

Di raporê de ev agahî têne dayin:

‘’Hate dîtin li tax û kuçeyên ku qedexe lê rabûye hin malbat jê vegeriyane malên xwe. Piştî ku qedexe rabûye 100 malbat vegeriyaye. Hatiye tespîtkirin Mizgefta Kurşunlu a 500 salî, Mînareya Çar Ling, Mizgefta Hasirli, Hemama Paşa, Meclîsa Gel a Hasirli, Bazara Mast, Dêra Saînt Marry a 700 salî û Dêrên Protestan, Mizgefta Hecî Hemîd, Mala Dengbêjan pir ziyan gihaye wan û nema dikarin werin bikaranîn. Li navçeyê her çendî li hin tax û kuçeyan qedexe rabûbe jî qedexe bi awayekî fiîlî domdar e.
Asûka li nêzîkî Çarşiya Şewitî û li ser kolana Gaziyê hema hema hatiye ber sekinandinê. Hatiye tespîtkirin li taxên ku qedexe lê berdewam dike gel nikare bigihije malên xwe û dewlet ti agahiyê nade malbatan bê ka ew ê li van taxan öiç bike. Lê ji hêla şêniyên navçeyê ve hatiye gotin mekîneyên kar sibeh û êvaran navçeyê hildiweşînin.

'POLÎTÎKAYA GUHERANDINA AVANIYA DEMOGRAFÎK..'

Şêniyên navçeyê bawer nakin ku ev operasyon ji ber xendek û barîkan kiriye û vê qebûl jî nakin, bawer dikin ku dewlet bi vê kavilkirinê bi awayekî sîstematîk dixwaze avaniya demografîk a Kurdistanê biguherîne.

'GEL LI GEL HER TIŞTÎ NATERIKÎNE'

Şêniyên taxê wê biryardariyê nîşan didin, li gel her tiştî jî ew ê dev ji bajarê xwe, şûnwarê xwe neqerin, dixwazin ku dewlet di zûtirîn demê de qedexeya li ser tax û kuçeyan rake, bixwaze bi gihijê xeyrî menkûlên xwe, ku hewce bike ew dixwazin kon li ser mala xwe deynin û li wir bijîn.

Şêniyan diyar kirin divê di zûtirîn demê de ji bo binpêkirina mafan ên di demên qedexe û operasyonên leşkerî de lêpirsî were destpêkirin û hêzên leşkerî yên ku heq binpê kirine û derketine derveyî hiqûqê werin cizakirin.’’

'HÊVIYA GEL JI DEWLETÊ NÎNE'

Şêniyên navçeyê yên ji malên xwe koç kirine dane xuyakirin, ku daxwazeke wan a madî ji dewletê nîne, bi tenê dixwazin li malên xwe vegerin, ji ber ku li cih û warên wan, bîranînên wan hene. Dan xuyakirin, ku jiyana li Sûrê jiyaneke komun û piştevaniyê ye û anîn ziman ku ew naxwazin vê jiyana xwe winda bikin, lewma dixwazin demek ji ya din zûtir vegerin. Li gorî lêkolînên hatin kirin, hat tespîtkirin ku bi qasî 34 hezar mirov ji ber şer neçar mane navçeya Sûrê biterikînin û ji ber ku şert û mercên vegerê nînin, hê jî li tax û semtên cuda hewl didin bijîn.

'HEWL DIDIN GEL DEYNDAR BIKIN'

Li gorî lêkolîn û tespîtên me, dewletê di polîtîkaya îmarê de vîn, nêrîn û daxwaza mexdûrên Sûrê ji nedîtî ve tê û her alternatîfa pêşkêşî mexdûrên Sûrê dike, di heman demê de wan deyndar dike."

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Di rapora GOÇ-DER'ê de ev bang hat kirin:

"Tê xwestin, cenazeyên li tax û kolanên qedexeya derketina derve lê hatin ragihandin, derhal bên rakirin, testa DNA bên kirin û dozgerên komarê li gorî 'Protokola Otopsiyê ya Mînnesota ya Neteweyên Yekbûyî ku têkildarî kuştinên bêdaraz ên derveyî qanûnî ye', otosiya wan bê kirin. Ev yek hem berpirsyariyeke hiqûqa navneteweyî û erka însanî ye, hem jî ji bo zelalkirina kuştinên bêdaraz pêwîstiyek e. Lewma daxwaz tê kirin, ku xusûsên mafê jiyanê yên di dema operasyonan de hatine binpêkirin, derhal bên lêkolîn û kiryar bên eşkerekirin.

Ji bo şêniyên Sûrê li malên xwe vegerin, pêwîste hemû astengiyên qanûnî û pratîkî holê werin rakirin û ji bo desteka madî, manewî û rehabîlîtasyona civakî, raya giştî ya demokratîk bi berpirsyarî rabe.

Em bang li hikûmetê dikin, ku derhal dev ji feraseta xwe ya polîtîkaya ewlekarîparêz a dûrî çareseriyê ye, berde, her du alî ji nû ve bikevin rewşa rawestandina şer û li pêvajoya diyalog û muzakereyê vegerin."