Hevşaredara Seravê hat girtin
Hevşaredara Seravê Zilan Aldatmaz û xebatkarê Şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin.
Hevşaredara Seravê Zilan Aldatmaz û xebatkarê Şaredariyê Omer Faruk Kandeger hatin girtin.
Hevşaredara Seravê Zilan Aldatmaz û xebatkarê şaredariya Seravê Omer Faruk Kandeger ku hatibûn binçavkirin û biribûn midûriyeta polîsan a bajar îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê Hevşaredara Seravê Aldatmaz û xebatkarê Şaredariyê Kandeger de bi îdîaya “alîkarî dane rêxistinê" biryara girtinê da û ew şandin girtîgeha Tîpa M a Wanê.