KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çelê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar bûn
Li ser rêya Çelê ya Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk de teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. -
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan hat girtin
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan ji aliyê dadgeha Tirk ve hat girtin. -
Komxebata li Başûrê Kurdistanê qediya
Komxebata ku KNK’ê li Başûrê Kurdistanê bi mebesta ku kêşeyên Başûrên Kurdistanê nîqaş bike 24-25’ê Îlonê li Kerkûkê bi rê ve birî bi nîqaşên germ, bi axaftina Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç bi dawî bû. -
Rewşenbîrên Başûrî: Divê komxebat bibe gava destpêkê ji bo kongreya neteweyî
Rewşenbîrên Başûrî yên beşdarî komxebata çareseriyê bûn diyar kirin, komxebat ji bo derketina Başûr ji nava krîzê, atmosfereke girîng a nîqaşê afirandiye û got, Kurd bi vî rengî dikarin ber bi pêş ve gavê bavêjin. -
Tevgera Azadî ji bo kêşeyên Başûrê Kurdistanê projeya çareseriyê da
Di komxebatê de ku KNK’ê ji bo çareseriya kêşeyên Başûrê Kurdistanê amade kiribû, Tevgera Azadî ji sê beşên ku ji ,’’Li ser demokratîkkirina sîstema siyasî’’, ‘’li ser têkiliyên netewî’’ û ‘’li ser ekonomiyê’’ pêk dihatin projeya çareseriyê da. -
Li Colemêrgê gerîlayan rêze çalakî li dar xistin
Li Cokemêrgê di encama rêze çalakiyê gerîlayan ên li dijî leşkerên Tirk hatî lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di 21’ê Îlonê de 2 çawîşên pispor û kontrayek hatine girtin. -
Ji YPG/YPJ'ê operasyona taybet: 9 sivîl ji Reqayê hatin rizgarkirin
Yekîneyek taybet a YPG/YPJ'ê, bi operasyoneke taybet 9 sivîlên ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin ji Reqayê rizgar kir. -
Leşkerên Tirk agir berdan daristana li Hezroyê
Piştî ku li 18 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê derketina derve hat qedexekirin, operasyona leşkerî destpê kir. Operasyona li vê herêmê dewam dike. -
Nas ê li Dîlokê di êrîşa bombeyî de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Mahsûn Nas ê 14 salî, ku di komkujiya Dîlokê de birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Wanê li dijî trena bar çalakî hat lidarxistin
Li dijî trena bar a ji Wanê diçû Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. -
Nûnerên partiyên siyasî: Siyaseta neteweyî mecbûriyet e
Roja duyemîn a komxebata li ser çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi mijara 'Rola Başûrê Kurdistanê di nava siyaseta neteweyî de' dest pê kir. -
Rûniştina roja duyemîn a komxebata çareseriyê dest pê kir
'Komxebata Çareseriya Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê', ku ji aliyê KNK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de ye. -
Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
Ji mamosteyên li Amedê hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin. -
Dibistanên li Rojava bi sîstemeke nû ya perwerdeyê vedibin
Xwendekarên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî yên li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dixwînin, dest bi sala perwerdeyê ya 2016-2017'an dikin. Dibistan wê êdî bi bernameyeke pir zimanî perwerdeyê bidin. -
Derhênerê fîlmê Kanli Postal Arslan: Me fîlmekî şoreşgerî çêkir
Hatineya fîlmê Kanli Postal ê li ser bûyerên li Girtîgeha Amedê piştî darbeya 12'ê Îlonê qewimîn, wê ji bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin re bê şandin. Derhênerê fîlm Mûhammed A.B. Arslan ji ANF'ê re axivî. -
Beşdarvanên Komxebatê: Ku her kes bi bepirsyarî nêzîk bibe pirsgirêk wê çareser bibin
Siyasetvan û aktîvîstên ku tevlî komxebata Başûrê Kurdistanê bûyin, diyar kirin, komxebat ji bo Kurdan xwedî wateyeke dîrokî ye. -
Yuksekdag li Wanê bi kedkarê perwerdehiyê re hate cem hev
Yuksekdag li Wanê mamosteyên ku ji kar hatin derxistin, ziyaret kir û got desthilatdariya AKP/Qesrê ji bo sûcên xwe binixumîn, hemû muxalîfên ku wê hesab jê bipirsin dike hedef. -
Li Amedê êrîşî mamostayan kirin
Li Amedê mamostayên endamên Egtîm Senê li Taxa Dîclekentê kom bûn. -
Demîrtaş: Divê Kurd pirsgirêkên navxweyî bi xwe çareser bike
Şanda HDP’ê ku serdana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed kir, daxuyaniyekî hevpar a çapemeniyê dan. Demîrtaş diyar kir ku divê hemû aliyên Kurd pirsgirêkên nava xwe bi diyalogê çareser bikin. -
Li Elbakê dijî Midûryeta Emniyetê û Fermandariya Jendermeyan a navçeyê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li dijî miduryeta enmiyet û Fermandariya Jendermenayan a navçeyê ya girêdayî naçeya Elbak a Wanê çalakî li dar xistine. -
HPG: Li Sêrtê 26 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona artêşa Tirk dayî destpêkirin, bi operasyonekî şoreşgerî bersiv hatiye dayîn û bi giştî 26 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî hatine birîndarkirin. -
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê: Li dijî çeteyên AKP/Qesrê yên faşîst têkoşîna me didome
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li dijî çeteyên AKP û Qesrê yên faşîst têkoşîna yekîneyên wan ên berxwedanê didome. YPS’ê nasnameya 4 endamên xwe yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî ragihand. -
Artêşa Tirk welatiyekî Rojava birîndar kir
Cotkarekî ku dema zeviyê xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefkirin û birîndar bû. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 12 kes hatin binçavkirin
Li Riha, Qers û Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 kes hatin binçavkirin. -
Ji Tevgera Goran û heyeta HDP’ê daxuyaniya hevpar: Kurd neçar in li ber xwe bidin
Heyeta HDP’ê îro çû serdana navenda Polîtburoya Tevgera Goran û daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê dan.