Nas ê li Dîlokê di êrîşa bombeyî de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Mahsûn Nas ê 14 salî, ku di komkujiya Dîlokê de birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mahsûn Nas ê 14 salî, ku di komkujiya Dîlokê de birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Roja 20'ê Tebaxê, li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê, çeteyan li dijî daweteke Kurdan êrîşeke bombeyî kiribûn û di encamê de 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran Mahsûn Nas ê 14 salî bû. Lê belê Nas ê li Nexweşxana Medîcal Parkê dihat dermankirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nas li Goristana Yeşîlkentê hat veşartin.
Merasîma cenaze bi girseyî pêk hat, ku tevî malbatê Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, nûnerên MEYA-DER, HDP û DBP'ê jî amade bûn.
Bav Naîm Nas li merasîma kurê xwe axivî û got, "Ez çi bikim ji dewleteke ku nekarî kurê min biparêze." Nas destnîşan kir, ku ew dewlet û rêveberiyeke bi vî rengî qebûl nake û diyar kir, divê Kurd êdî bi xwe xwe biparêzin.
Piştî ku Nas jiyana xwe ji dest da, hejmara zarokên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bû 41. Di komkujiyê de bi giştî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.