Tevgera Azadî ji bo kêşeyên Başûrê Kurdistanê projeya çareseriyê da

Di komxebatê de ku KNK’ê ji bo çareseriya kêşeyên Başûrê Kurdistanê amade kiribû, Tevgera Azadî ji sê beşên ku ji ,’’Li ser demokratîkkirina sîstema siyasî’’, ‘’li ser têkiliyên netewî’’ û ‘’li ser ekonomiyê’’ pêk dihatin projeya çareseriyê da.

Di komxebatê de ku ji hêla KNK’ê ve hatibû organîzkirin, bi mebesta çareserkirina kêşeyên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Azadiyê projeyeke çareseriyê da, ku ji sê beşan pêk hatibû.

Di projeya Tevgera Azadî de ku ji bo komxebatê hate pêşniyar kirin ev hebûn:

‘’Kêşe û krîzên ku li Başûrê Kurdistanê têne jiyîn, ji ber sedema siyaset û rêveberiya şaş û her wiha ji ber duberekirina bi hev ne bawerîbûnê ye ku di 25 salan de pêk hatiye. Başûrê Kurdistanê her dem di nav şerekî de bûye û xwedî du serî yê rêveberiyê bûye. Dewlemendiyê ser erd û bin erd ên civakê hatin talankirin. Civak di nav partiyan de hate dabeşkirin, heqê welatiyan ji nedîtî ve hate dîtin, demokrasî, heqê mirovan û azadiya derbirînê hate binpêkirin. Hewl hate dayin ku dengê azadiyê were birîn û nûçegihan hatin qetilkirin. Bêguman ev kêşe çareser nebûn û heta bi roja me hatin.

Ji bo demokratîkkirina sîstema siyasî bi 10 bin beşan pêşniyarên me hen. Di atmosfereke wiha de ku ji zext û tundiyê dûr bi hilbijartina pêşwext hilbijartina parlamento û serokê herêmê. Aktîfkirina hikûmetê. Di nav çarçoweya yasayî de aktîfkirina parlamentoyê û nasîna rayeyên wê. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, pêşxistina rêveberiya xweser a herêma Kurdistanê, ya ji du serîbûnê dûr û ji dabeşbûnê xilas bûyî. Em pêşniyar dikin ku pergala rêveberiyê li gorî xwerêveberiyê were pêkanîn. Dîsa em pêşniyar dikin ku hilbijartinên Kerkûkê di dema xwe de werin kirin û hevsengên netewî û demokratîk werin parastin. Her wiha dîsa têkildarî vê mijarê bicihanîna hin xalên dî.

Ji bo têkiliyên navxweyî jî em van sê xalan pêşniyar dikin: Bi pêşengtiya KNK’ê avakirina komîsyonekê, her wiha avakirina aştî û baweriyê ya di navbera aliyên siyasî de û çareserkirina kêşeyên heyî yên Başûrê Kurdistanê. Her wiha ji bo pêkanîna Kongra Netewî careke dî alî komîsyonekê ava bikin. Ji bo pêşxistina têkiliyên netewî avakirina komekê û xwedan helwest li dijî hemû peyman û lihevkirinên ku ziyanê didine berjewendiyên netewî.

Xala sêyan jî, hemû peymanên petrolê yên bi hikûmeta Iraqê û welatên din re divê li gorî berjwendiyên gel bin. Çareserkirina kêşeya meaş û bûdçeyê. Her wiha divê hatina petrola Kerkûkê ji dest partiyan were derxistin û bixin bin xizmeta gel. Hemû kanên sirûştî jî, bazirganî, cotkarî û hatinên din ji bin kontrola partiyan were derxistin û bikeve bin xizmeta gel.’’