Nûnerên partiyên siyasî: Siyaseta neteweyî mecbûriyet e

Roja duyemîn a komxebata li ser çareseriya pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi mijara 'Rola Başûrê Kurdistanê di nava siyaseta neteweyî de' dest pê kir.

Nûnerên partiyên siyasî di rûniştina îro de dan xuyakirin, ku Başûrê Kurdistanê ji bo dîplomasiya gelê Kurd xwedî gelek derfetan e, lê belê ev yek bi têrkerî nayê bikaranîn.

Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin, Kurd ji aliyê leşkerî ve li herêmê hêzeke diyarker e û ji aliyê her kesî ve tên dîtin. Nûneran gotin, lazim e ev yek ji aliyê siyasî ve jî pêk were û destnîşan kirin, kud ivê hemû partiyên siyasî, siyaseta neteweyî esas bigirin.

Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso da zanîn, têkoşîna îro li dijî terorîzmê tê meşandin, Kurd bi tevahiya cîhanê da naskirin û got, "Lê belê Kurd ji aliyê dîplomasiyê ve kêm in. Ev yek jî li pêşiya bidestketina destketiyên mezintir, astengî ye. Siyaseteke me ya neteweyî nîne ku hemû aliyên siyasî li hev bicivîne."

Huso da xuyakirin, ku heta hê jî dijminên Kurdan li dijî gelê Kurd dikarin peymanan mor bikin, ev yek ji ber qelsiya Kurdan a li qadên siyasî û dîplomatîk e û got, "Li Başûrê Kurdistanê qadeke berfireh a siyasetê û dîplomasiyê heye. Lê mixabin siyaseteke giştî nîne. Parlament, hikûmet nîne. Berdêla vê jî ne tenê Başûr, hemû parçeyên Kurdistanê dide. Eger siyaseteke neteweyî bihata afirandin û destek ji parçeyên bihata dayîn, rewş wê bi vî rengî nebûya. Kurd bi berxwedana xwe mînak tên dîtin, lê belê kes ji aliyê siyasî ve me weke vînekê mûxatab nabînin. Ev yek windahiyên mezin dide Kurdan. Eger em civaka demokratîk û têkiliyên li ser vê bingehê esas bigirin û siyaseteke neteweyî bafirînin, hingî em ê nehêlin dijminên Kurdan bi ser bikevin."

Endamê Rêveberiya Tevgera Goran, Mihemed Elî jî bal kişande ser mafê welatiyan û wiha axivî: "Divê mafê welatiyan baş were naskirin. Her kes divê ji berhemên vî welatî sûd wergire. Bi nêrîna me paytexta Herêma Kurdistanê hatiye daxistin. Hemû sazî û dezgeh ji aliyê partiyekê ve hatine desteserkirin. Tevî ku em qala yekîtiyê dikin, ji ber ku baweriya me pê nîne, di pratîk de tiştek nîne. Di dîplomsiya me de jî ev yek xwe nîşan dide."

Di berdewama axaftina xwe de Mihemed Elî got: "Li Başûr dîplomsî bûye hizbî. Dîplomasiya heyî jî li dijî hevdu ye, hevdu di asta navneteweyî de reş dikin. Li ser asta cîhanê bi taybet Başûr wek şerker tê bikaranîn. Pêşmerge tê bikaranîn, nimûneya wê jî şerê bi DAIŞ'ê re ye. Hêzên devre Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Ji bo wê jî divê em xwe ji vê pozîsyonê derxînin."

Endamê Rêveberiya YNDK'ê Xefûr Mexmûrî da xuyakirin, ku Kurd dîplomasiya wan ya neteweyî nîne û wiha domand: "Her partî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ew Komîteya dîplomasî ya ku KNK’ê damezrandiye, divê em wê xurt bikin. Dîplomasiya xwe bi awayekî hevbeş bi rêya wê komîteyê pewendiyên derve bimeşînin."

Fetullah Husênî li ser navê Partiya Çep a Kurdên Sûriyê axivî û got "Ezmûna 25 salan a hikûmeta Herêma Kurdistanê gelo çiqas kariye xizmeta parçeyên din ê Kurdistanê bike? Ne tenê xizmeta tevahiya Kurdistan xizmeta xwe jî nekiriye. Kongreya Neteweyî ji bo me bûye xewnek. Di rewşa heyî de em di şerê li dijî DAIŞ'ê de bûne yek. Lê çima em nikarin di warê siyasî û dîplomsiyê de bibin yek. Nakokî hemû hizbî ne, divê partiyên siyasî yên sereke li Kurdistanê nakokiya daynin aliyekî."

Endamê Rêveberiya Yekgirtû Îslamî Mewlûd Resûd destnîşan kir, ku nabe êdî siberoja gelê Kurd di oxira berjewendiyên partiyên siyasî de bê fedakirin û got, "Her welat xwedî qanûnan e û her kes bi vî rengî dijî. Hemû qanûnên dewletên li Kurdistanê mêtînger in, li ser înkara Kurdan hatine avakirin. Pêwîste em jî ji xwe re destûreke bingehîn a demokratîk ava bikin, ku nirxên me diparêze û yekîtiya neteweyî derdixîne pêş."

Endamê rêveberiya Hizbî Şûî Şêx Siddik jî bal kişand ser kaosa kûr a li herêmê û got, "Ev rewş li Kurdistanê jî heye. Mejiyê heyî, berjewendiyên Kurdan nabîne. Hikûmet naxebite. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hê partî nikarin bi hev re tevbigerin. Berjewendiyên partiyan esas tên girtin. Hesabê desthiltadariyê tê kirin. Halbûkî li herêmê derfetên mezin ên azadiyê hene. Divê em ji bîrnekin; eger em winda bikin em ê hemû bi hev re winda bikin. Lewma divê hikûmeta herêmê pirsgirêkên xwe yên navxweyî deyne aliyekî û ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî bi berpirsyariya xwe rabe."

...