Li Çelê teqîn: Herî kêm 3 leşker birîndar bûn
Li ser rêya Çelê ya Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk de teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn.
Li ser rêya Çelê ya Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk de teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 3 leşker birîndar bûn.
Li ser rêya bejahî ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, duh êvarê teqîneke mezin rû da. Teqîn di dema derbasbûna wesayîta zirxî de pêk hat û herî kêm 3 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Colemêrgê.