BI DÎMEN

Rûniştina roja duyemîn a komxebata çareseriyê dest pê kir

'Komxebata Çareseriya Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê', ku ji aliyê KNK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de ye.

Komxebat bi beşdariya nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Di rûniştina îro de wê rola Başûrê Kurdistanê ya li ser meşandina siyaseta neteweyî, bê nirxandin.

Di dawiya nîqaşên îro de wê encamnameyek bê amadekirin û piştî eşkerekirina vê encamnameyê wê komxebat biqede.