Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
Ji mamosteyên li Amedê hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
Ji mamosteyên li Amedê hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin.
24 mamosteyên li Amedê hatin binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin, duh derxistin Edliyeya Amedê.
Li dû dayîna îfadeyê li dozgeriyê, bi îdîaya "tevî ku ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê kar kiriye" 9 mamoste hatin girtin. 15 mamoste jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin.
Dadgehê 7 kedkarên perwerdeyê girt. 17 kedkarên perwerdeyê jî bi şertê "kontrola edlî" serbest berda.