Derhênerê fîlmê Kanli Postal Arslan: Me fîlmekî şoreşgerî çêkir

Hatineya fîlmê Kanli Postal ê li ser bûyerên li Girtîgeha Amedê piştî darbeya 12'ê Îlonê qewimîn, wê ji bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin re bê şandin. Derhênerê fîlm Mûhammed A.B. Arslan ji ANF'ê re axivî.

Fîlmê Kanli Posta (Pêlava bi xwîn) wê di 30'ê Îlonê de li Stenbolê were weşandin. Hatineyên vî fîlmî wê bi rêya Komeleya Alîkariya Rojava, ji bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin re bê şandin.

Di fîlm de qala mehkûmên li Girtîgeha Amedê tê kirin, ku bi serkêşiya 'Yuzbaşi Esat' îşkenceya derveyî mirovahiyê li wan dihat kirin. Di fîlm de Mesût Akûsta, Tûrgay Tanulku, Nevîn Efe û Mîhrîban Er bi rolên sereke radibin. Derhêner Mûhammet A.B. Arslan ku di sala 2012'an de dest bi kişandina fîlm kir di heman demê de senarîstê vî fîlmî ye.

'PROJEYEKE HESAS BÛ, BERPIRSYARIYA XWE GIRAN BÛ'

Derhêner Arslan da xuyakirin, ku çêkirina fîlm çar sal û nîvan dwam kir û got, "Nîv salên vê, bi berhevkirina agahiyan derbas bû. Proje gelekî hesas bû, berpirsyariya xwe giran bû. Eger em li gorî vê hesasiyetê tevnegeriyabûna, dibe ku em neçar biman li pêşberî dîrokê hesab bidin. Têkildarî projeyê em bi parêzerên li Amedê, bi malbatan û hevalên şahidên wê demê re axivîn. Îrfan Babaoglû di amadekirina çîrokê de gelekî alî me kir."

'KIŞANDINA SEHNEYÊN ÎŞKENCEYÊ GELEKÎ ZEHMET BÛ'

Arslan bal kişand ser motîvasyona lîstikvanan û got, "Diviyabû me sehneya Îşkenceyê bikişanda. Kişandina van jî gelekî zehmet bû. Îşkenceya hatibû kirin, di asteke welê de bû ku mirovan nedikarî rakin. Me xwest vê rastiyê nîşan bidin. Car carna em hemû giriyan. Ez bi xwe gelek caran giriyam. Mixabin sehneyên îşkenceyê li gorî dilê min nehatin kişandin. Em neçar man gelek caran dubare bikin. Gelek lîstikvan di vê demê de guherîn. Em ihevalên baş û jêhatî rast hatin, me bi wan re ev sehneyên îşkenceyê kişandin."

Arslan da zanîn, ku wê nekarîbû gelek sehneyan tevlî fîlm bike, ji ber ku îşkenceyên gelekî giran dihat nîşandan. Arslan wiha dewam kir: "Mehkûmên wê demê rewşa xwe bi vê gotinê bilêv dikirin: 'Bombeyeke nukleerî avêtine ser Amedê. Mirov hemû mirin e, li vê dojehê ji bilî me kes najî'." 

'MIN FÎLMEKÎ ŞOREŞGERÎ ÇÊKIR'

Der barê gelek fîlm û rêzefîlmên li ser darbeya 12'ê Îlonê û zîndana Amedê hatin amadekirin de Arslan got, "Di fîlmê me de durûtî nîne, sextekarî nîne, bazirganî nîne. Min fîlmekî şoreşgerî çêkir. Di navbera me û wan de cudahiya herî mezin ev e."