Rewşenbîrên Başûrî: Divê komxebat bibe gava destpêkê ji bo kongreya neteweyî
Rewşenbîrên Başûrî yên beşdarî komxebata çareseriyê bûn diyar kirin, komxebat ji bo derketina Başûr ji nava krîzê, atmosfereke girîng a nîqaşê afirandiye û got, Kurd bi vî rengî dikarin ber bi pêş ve gavê bavêjin.
ANF
KERKÛK
yekşem, 25 rezberê 2016, 15:24
Rewşenbîr û nivîskarên beşdarî komxebata KNK'ê bûn ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê her kes bikeve nava tevgerê.
‘BAŞ BÛ KU PIRSGIRÊK BI AWAYÊ VEKIRÎ HATIN GOTÛBÊJKIRIN’
Ji reşenbîrên Başûrê Kurdistanê Alî Kadirî diyar kir ku Kurd bi vî awayî gotûbêjkirina pirsgirêkan ya ser maseyê pir girîng e, gotûbêjên ku hatin kiri nerênî bûn.
Kadîr wiha anî ziman: “Ev komxebat ji bo pirsgirêkê xistin rojevê pir girîng bû. Derfetê ku her kes pirsgirêkê bibîne û dîtinê xwe bîne ziman. Bi taybet pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Li gorî min nirxandin û gotûbêjên baş hatin kirin. Divê her kes vê yekê bi pejirîne. Di reşa heyî de Başûrê Kurdistanê di rewşekî pir tengav de ye. Divê ev tengavî bê derbaskirin. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin û ber bi pêş ve gav bên avêtin. Di vê mijarê de herkesê nirxandinên baş kirin.
Encama ku ji vir derkeve divê ji aliyê hemû Kurdan, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê takdîm bike. Divê herkes li gorî vê bikeve nava tevgerê. “
KOMXEBAT JI BO YEKÎTIYÊ GVEKÎ BAŞ BÛ
Nivîskar Ebûbekir Alî jî diyar kir ku KNK ji bo hemû pêkhateyên cuda, pêkhateyên cuda yên civakî û anîan wan a gel hev gavekî pir girîng û şêber avêt. Alî wiha got: “Komxebat di atmosferekî erênî de hate lidarxisitn, ez dikarim bêjim nêzîkatiyekî baş hate raberkirin. Her partî bi berpirsyar nêzîk bûn. Lê ya ji hemûyan girîngtir ew e ku piştî komxebatê gavên ku partiyên siyasî bavêjin pir girîng e. Çareseriya pirsgirêkan enceq bi vî awayî çareser bibe. Ji ber vê yekê komxebat ji bo yekîtiya Kurdan gavekî baş a destpêkê ye.”
KOMXEBAT DI VÊ LI PÊŞIYA KONGEREYA NETEWÎ NEBE ASTENG
Nunera rêxistina civaka sivîl Dilsoz Zengene jî destnîşan kir ku KNK’ê ji bo Kurdan komxebatekî pir girîng û bi fêde raber kir, Zengene da zanîn ku weke rêxisinên civaka sivîl li dar xistina civîn û komxebatên bi vî awayî pir baş dibînin.
Zengen wiha anî ziman: “Enceq bi vî awayî rêxistinên civaka sivîl û patiyên siyasî bên li gel hev û di warê çareserkirina pirsgirêkan de li rêyên çareseriyê bigerin. Ez di wê baweriyê de me ku ev komxebat ji bo li dar xistina kongreya netewî nebe asteng. Divê cudakarî nebe sedemê ji hev dûrbûnê. Divê êdî hemû parçe destkê bidin hev û bi hêz bibin.
Divê êdî Başûrê Kurdistanê kirîza heyî bi dawî bike, divê di vê dîroka girîng de berpirsyariyên ku bikeve ser milan bi cih bîne. Di wê hêviyê de me her kesê ku ji vê komxebatê derketin erk û mîsyona ku bikeve ser milan bê cudakarî bi cih bîne.”