Dibistanên li Rojava bi sîstemeke nû ya perwerdeyê vedibin
Xwendekarên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî yên li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dixwînin, dest bi sala perwerdeyê ya 2016-2017'an dikin. Dibistan wê êdî bi bernameyeke pir zimanî perwerdeyê bidin.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
QAMIŞLO
yekşem, 25 rezberê 2016, 07:32
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra Hecî Elî da xuyakirin, ku ji bo sala nû ya hîndekariyê, mamosteyên Kurd, Ereb û Suryanî li akademiyan li ser bername û sîstema nû hatine perwerdekirin û got, "Hemû bernameyên berê wê ji dibistanên seretayî bên rakirin û bernameya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseiya Demokratîk bi zimanên Kurdî, Erebî û Asûrî-Suryanî werin hînkirin." Semîra Hecî Elî da xuyakirin, ku heta niha pirtûkên bi Kurdî heta pola 6., ên bi Erebî heta pola 6. û ên bi Suryanî heta pola 3. hatine amadekirin û anî ziman, ku piştî pola 6. wê zimanê Îngilîzî weke zimanê biyanî yê cîhanê bê hînkirin.
Semîra Hecî Elî da zanîn, di nava 10 mehan de wê akademî ji bo perwerdeya nû dest bi qeydan bikin û mizgînî da ku Zanîngeha Rojava wê di destpêka meha 10'an de vebe. Semîra Hecî Elî diyar kir, di perwerdeya zimanê dayikê de, ku wan par destpê kiribûn, gelekî bi pêş ve çûne û ragihand, bi beşên cuda yên li zanîngehan ew dixwazin bibin bersiv ji pêdiviyên civakê re.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hecî Elî di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku dibistanên navîn jî di rojeva wan de ne û weke amadekariya sala bê, ew heftê 3-5 saetan perwedeyê didin xwendekarên bi Kurdî perwerdeyê dibîni.
'LI CIHÊN NÛ HATINE RIZGARKIRIN, WÊ SÎSTEMA PERWERDEYÊ BÊ AVAKIRIN'
Semîra Hecî Elî da xuyakirin, ku hin gundên ew par nikarîbûn biçin hebûn û got, "Îsal em ê biçin van gundan û ji bo sîstema perwerdeyê lê bidin rûniştandin, emê gavan bavêjin."
'BI ZANÎNGEHA ROJAVA RE WÊ SIBEROJA XWENDEKARÊN ME HEBE'
Semîra Hecî Elî wiha dewam kir: "Li qadên mîna Til Berak, Ceza, Hol, Şedad û Arîş ên nû hatine rizgarkirin, rêveberiyên nû hatine destnîşankriin. Ji bo dest bi bernameya nû bikin, amadekarî hatin kirin. Li aliyê din, dibistanên taybet bi giranî ji bo armancên bazirganiyê perwerdeyê didin. Ji bo pêşî li van bê girtin, wê bi guhertinên qanûnî re her kesên li qadên rêveberiya xweser, di çarçoveya vê bernameyê de bixebitin."
Semîra Hecî Elî bal kişand ser Zanîngeha Rojava, ku wê di 1'ê Cotmehê de bê vekirin û got, "Ev zanîngeha me wê berisvê bide pirsgirêkên civakî û aborî yên xwendekarên li Sûriyeyê dixwînin. Ji bo xwendekarên me yên lîseyê dixwînin jî wê bibe siberojek. Xwendekarên Kurd, Ereb û Suryan wê bi vî rengî karibin perwerdeya xwe bidomînin. Li vê zanîngehê wê bi giranî beşên Enstîtuya Perwerdeyê, Zîreet, Petro-kîmya, Hunera Kurdan, bên vekirin. Zanîngeha Rojava wê pêşî li beşên Erdnîgarî û Dîrokê jî veke. Amadekariyên zanîngehê hatin kirin û niha jî em qeyda xwendekaran çêdikin. Ne tenê xwendekarên li kantona Cizîrê, wê xwendekarên ji kantonên Kobanê û Efrînê, her wiha ji bajarên din ên Sûriyeyê jî karibin werin li vir bixwînin. Bi vî rengî wê siberojek ji bo xwendekarên li dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dixwînin bê amadekirin."
'DI PERWERDEYÊ DE JIN XWEDÎ ROLEKE SEREKE YE'
Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hecî Elî da xuyakirin, ku pêşengiya jinê ya li Şoreşa Rojava, li qada perwerdeyê jî dewam dike û got, "Ji xwe jin ji aliyê xwezayî ve ya herî zêde nêzî zarok e. Pêwîstiya li qada perwerdeyê di heman demê de derfet ji bo jinê afirand. Berê, derfetê gelek jinan tinebû ku bibin mamoste. Şoreşê û perwerdeyê di vî warî de destek da jinê. Jinê li vê qadê hem xwe afirand, hem jî bi wezîfeyeke girîng rabû. Niha rêveberiya beşeke girîng a dibistan û akademiyan ji hevalên me yên jinê pêk tê."