2 şervan li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî hatin birêkirin
Şervanê YPG’ê Dijwar Xerîb û endamê Cephet El Ekrat Ekrad Baran (Yûsif Xelûf) li Efrînê ji hêla bi sedan kesî hatin veşartin.
Şervanê YPG’ê Dijwar Xerîb û endamê Cephet El Ekrat Ekrad Baran (Yûsif Xelûf) li Efrînê ji hêla bi sedan kesî hatin veşartin.
Şervanê YPG’ê Dijwar Xerîb ê 1’ê Cotmehê li Taxa Şêx Meqsûdê û endamê Cephet El Ekrat Ekrad Baran (Yûsif Xelûf) ê 2’yê Cotmehê li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest dabûn li Efrînê ji hêla bi sedan kesî ve hatin birêkirin.
Di merasîmê de nûnerên rêveberiya xweser, TEV-DEM, Kongreya Star, Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê û aktîvîstên saziyên civaka demokratîk amade bûn.
Li Goristana Şehîd Refîq axaftin hatin kirin, soza dilsoziyê hate dayîn û soz bilindkirina têkoşînê hate nûkirin.
Piştre jî nasnameyên şervanên azadiyê hatin xwendin û belgeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin.
Her du şervan jî bi dirûşmeyan ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin.