Li gorî qeymeqamê Tirk navê Zenda 'mustehcen, nexweş û pêkenî' ye
Qeymeqamê Tirk ê li Xelfetiyê ku bi biryara Walîtiya Tirk a li Rihayê dest daniye ser hemû erkên şaredariya navçeyê, destûr neda ku navê Zenda 'zend-hêza jinê' li parkê bê kirin. Biryara lêkirina vî navî ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû dayîn.
ANF
RIHA
sêşem, 4 kewçêrê 2016, 07:08
Qeymeqamê Tirk ê li Xelfetiyê ku bi biryara Walîtiya Tirk a li Rihayê dest daniye ser hemû erkên şaredariya navçeyê, destûr neda ku navê Zenda (zend-hêza jinê' li parkê bê kirin. Biryara lêkirina vî navî ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû dayîn.
Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê biryar da, navê Zenda li parkeke li navçeyê bike. Lê belê qeymeqamê Tirk ê li navçeyê îdîa kir ku ev nav 'Propanga rêxistinê dike' û ev biryar terorîze kir. Qeymeqamê Tirk Mûtlû Koksal di biryara xwe ya têkildarî vî navê li parkê bihata kir got, "Navên li kolan, tax, bûlwar, meydan û cihên mîna wan bê kirin; nabe ku li dijî pîvanên bingehîn ên destûra bingehîn, mewzûata heyî, exlaqa giştî û cihêkar be. Bi gotinên zimanên biyanî, nabe ku navên nexweş, mustehcen û pêkenî li wan bê kirin."
Têkildarî navê Zenda de ku Meclîsa Şaredariyê bi mebesta 'hêz-zenda jinê' biryara wê da, qeymeqamiya Tirk îdîa kir, ku navê gerîlaya HPG'ê Rahîme Şahîn a bi nasnav Zenda Ekîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest daye, li parkê hatiye kirin.
Heman qeymeqamî li gorî hiş û ramanê xwe, navê Zenda weke gotinek ji zimanekî biyanî pênase dike.
Bi vî rengî, bû asteng ku navekî Kurdî li parkeke Xelfetiyê were kirin.