Hejmara qurbaniyên li Hesekê bû 25 kes

Hejmara mirovên di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dan, ku li Hesekê li dijî dawetekê hat kirin, bû 25 kes. Hejmara birîndaran jî gihîşt 80 kesî.

Li salona dawetê ya El Senbil a li ser rêya Hesekê û gundê Sifeya, di êvara 3'ê Cotmehê saet di 21:00 de êrîşeke xwekujî hat kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf diyar kir, di êrîşa xwekujî de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 80 kes jî birîndar bûne.

Ebîr Hesaf, ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyên li Hesekê û Amûdê banga dayîna xwînê kir.