‘Divê bi lezgîn dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê û Başîqayê der bikeve’

5 partiyên ku li Parlementoya Başûrê Kurdistanê de cih digirin, bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku divê bi lezgîn dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Başîqa di rewşa dagirkerinê de derkeve.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê her ku diçe bertekên li hemberî leşkerên Tirk zêde dibin. Di vê çarçoveyê de îro Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê û Partiya Komunîsta Kurdistanê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hevpar li dijî hebûna lekerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê dan. Di daxuyaniyê de tê gotin ku helbûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û daxwazkirin ku di zûtirîn demê de leşkerên Tirk derkevin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Piştî xebatekî dirêj û gelek qurbaniyên pêşmerge û xelkê Kurdistanê, niha gelê Kurd gihiştiye beşek ji mafên xwe. Ji bo herêma me bi aram û parastî be, pêngavên zêdetir ji bo armancên netew û welatê xwe bi dest bînin, pêwîste nekîn cihê aloziyên herêmî û navnetewî. Divê qet aloziyan lê pêk neyên ziyanê bi doza rewaya gelê me bixwe û paş bixe."

'Hebûna leşkerên Tirk binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye'

Herî dawî di daxuyaniya hevpar de wiha tê gotin; "Niha beşek leşkerên Tirk sînor derbas kirine û di nava xaka Herêma Kurdistanê de bi cih bûne. Ji ber vê yekê hebûna van hêzan nedestûrî û yasayî ne. Binpêkirina biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. Ji aliyê din bi eşkere binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Daxwazê dikin ku di zûtirîn demê de ev hêzane vegerin welatên xwe û hemû aliyek rêz li serweriya yek bigrin."