Li 5 gundên Tetwanê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Tirk li 5 gundên navçeya Tetwan a Bedlîsê derketina derve qedexe kir.
Walîtiya Tirk li 5 gundên navçeya Tetwan a Bedlîsê derketina derve qedexe kir.
Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Bedlîsê de hat ragihandin, ku li gundên Kûşlûca, Uçevler, Çavûşlar, Anadere û Odabaşi yên Tetwanê, ji 12.10.2016 saet 00:00 heta fermaneke duyemîn, di çarçoveya bendên (a) û (b) ên xala 11. a Qanûna Rewşa Awarte, derketina derve hatiye qedexekirin.