Sîstema perwerdeyê ya Tirk, asîmîlasyon û Kurd

Saziyên perwerdeyê yên li Tirkiyeyê, ku di dîroka komarê de li dijî Kurdan û hemû gelên din veguherîne keleha asîmîlasyonê, bi têgîna yek welat, yek al, yek netewe, weke sîstemekê bi rê ve diçin.

Saziyên perwerdeyê yên li Tirkiyeyê, ku di dîroka komarê de li dijî Kurdan û hemû gelên din veguherîne keleha asîmîlasyonê, bi têgîna yek welat, yek al, yek netewe, weke sîstemekê bi rê ve diçin. Li van navendan, rêbaz û rastiya jiyan, çand û baweriyên cuda tên fetisandin û mirovên ji yek tîpî tên afirandin.

Di mejiyê her xwendekareke/î Kurd de, ku ji dibistana seretayî heta lîseyê polîtîkayên bênasnamekirinê li ser tê ferzkirin, pirsên bi çima dest pê dikin û bi çima diqedin, her tim hene. Bi van xwendekaran re nakokiyên navbera tiştên tên hînkirin û rastiyê de qet naqedin. Di nava van nakokiyan de ya herî mezin ew e, ku zimanê ji aliyê dayik, xwişk, bira, heval û nasên wan ve tê axaftin, lê li nava dibistanê ji aliyê 'mamosteyên dewletê' ve weke tiştekî jê bê fedîkirin û cezakirin tê nîşandan. Li nava sînorên van dibistanan, li şûna vî zimanê civaka xwe, zimanekî ku berê qet nebihîstibû, tê bicihkirin.

Zarok di vê der barê de ji ANF'ê re axivîn...

Jiyana dibistanê ku di roja destpêkê de bi axaftina Tirkî ya mamoste weke şikestinekê dest pê kir, wê heta dawiya dibistanê dewam bikira; xwendekarekî pola heyştemîn dibêje, di distana seretayî de ji ber ku bi Tirkî nizanîbû gelekî tehde lê hatiye kirin, li wî hatiye xistin. Ev xwendekarê ku di roja destpêkê ya dibistanê de bi girî vegeriya malê, diyaloga navbera xwe û dayika xwe bi vî rengî vedibêje: "Em li Amedê bûn. Roja destpêkê ya dibistanê bû. Mîna zarokên din ez jî bi mezinekî ji malbata xwe, çûm dibistanê. Ez ketim nava sinifê û min dît ku piraniya xwendekar bi Tirkî daxivin. Bêguman min hingî nizanîbû ev ziman çi ye. Min ji wan fêhm nedikir û vê rewşê ez xistibû nava tirs û fikaran. Hinekî mam û piştre mamoste ket sinifê. Qala hin tiştan kir. Min fêhm nedikir bê çi dibêje. Hîn bêhtir tirsiyam. Piştî zengilê lê da, bêyî rahêjim çenteyê xwe ez ji dibistanê reviyam. Dema min xwe gihand malê, bi girî min ji dayika xwe re qala vê rewşê kir. Ji min pirsî 'çi bû?'. Min jî bi girî ji dayika xwe re got, 'Ez ji mamoste fêhm nakim, ji dibistanê hez nakim û naxwazim biçim dibistanê'. Dayika min hewl da ber dilê min xweş bike û got, 'Bi demê re tu yê hîn bibe, negirî'. Li ser vê yekê min ji dayika xwe re got, 'Berdilka dibistanê ji pîrka min re jî bikirin, bila ew jî were dibistanê. Ew jî bi Tirkî nizane'. Ji min hebû, ku ji bo hînbûna Tirkî em diçin dibistanê. Piştî mehekê me bar kir Licê. Ez ketim nava sinifê û min dît ku hema hema temamiya xwendekar bi Kurdî daxin. Ez gelekî pê kêfxweş bûm. Mamoste bi Tirkî daxive, xwendekar jî bi Kurdî. Em radikir û pirs ji me dipirsî. Ji ber ku me tiştek jê fêhm nekir, me tenê lê temaşe dikir. Em bi hev re bi Kurdî daxivîn. Mamosteyê ku bi vê hesiya, dîn û har bû. Her roj çend xwendekar ji ber ku bi Tirkî nizanîbûn, lêdan dixwarin."

Xwendekarê pola pêncan anî ziman, ku ji ber bi Tirkî nizanîbû, di pola destpêkê de nekarî hînê xwendin û nivîsandinê bibe: "Em di pola destpêkê de bûn. Dayika min ji bo li rewşa min bipirse hatibû dibistanê. Mamoste ji dayika min re gotiye 'ez bê aqil im' û bi tîpeke alfabeyê jî nizanim. Dayika min a gelekî pê êşiya, ev rewş ji dotmama min a hingî diçû lîseyê vegot. Li ser vê yekê, piştî her dersê li malê ez hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî kir. Dema wê bi Kurdî ji min re vegot, min fêhm dikir. Piştî du mehan hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Min fêhm nedikir bê di pirtûkê de çi tê nivîsandin, lê min dikarîbû bixwanda."

Xwendekarekî lîseyê da xuyakirin, ku mînaka herî berbiçav a asîmîlasyona li dibistanên Tirk, zexta hezkirina ji al, welat û Ataturk e û got, "Berî em dest bi dibistanê bikin, ti ji me ne Ataturk, ne miletê Tirk ne jî ala Tirk nas dikirin. Ya rast me dizanîbûn ku li vî welatî nîjadên cuda hene, hin ji wan tên binpêkirin û hewl tê dayîn ji holê werin rakirin. Em ji mamosteyên xwe yên Tirk hînî nîjadperestiyê bûn, ku ji ber axaftina me ya bi Kurdî bi hêrs û nefret li me dinêrîn. Li gorî wan, em yanî Kurd tine bûn. Bi salan ji wan re gotine 'em ji kart kûrtê çêbûne, Tirkên li çiyê ne'. Lê dema hatin herêmê, dîtin ku çanda me, dîroka me, zimanê me heye, em ne bi dehan an jî bi sedan e, bi mîlyonan in. Dema ev rastî dîtin, hêrs dibûn û hewl didan qaşo bi perwerdeyê me bixin ser rê. Bi dehan hevalên me hene ku ji ber sirûda 'Îstîklalê' nexwendine, bûne hedefa lêdanê. Di gelek pirtûkên dersê de, bi taybetî di pirtûkên dîrokê pesnê nîjada Tirk tê dayîn, îdîa dikin ku ev ax a wan e û bi zorê hewl didin vê bi me bidin qebûlkirin. Ev yek ne perwerde ye, hewldana tinekirinê ye. Xwendekarên ku bi Tirkî nizanin û bi vî rengî dest bi dibistanê dikin, bi rengekî ku Kurdî nizanin ji van dibistanan mezûn dibin. Dixwazin nifşên ku bi zimanê xwe yê dayikê nizanin, mezin bikin."

Xwendekar herî dawî destnîşan dike, polîtîkayên asîmîlasyonê û komkujî ti carî li dijî gelê Kurd bi ser neketine û zarokên Kurd her roj hîn bêhtir xwe li rastiya xwe digirin û berxwedanê ji xwe re dikin şêweyekî jiyanê.