Leşkerên Tirk gule berdan zarokekî

Leşkerên Tirk gule berdan zarokekî 13 salî, ku li bin xetê pezê xwe diçêrand.

Li gundê Kesra yê bi 30 kîlometreyan li rojhilatê Serêkaniyê ye, leşkerên Tirk gule berdan Ehmed Ehmed (13) ê pezê xwe diçêrand.

Ji ber êrîşa leşkerên Tirk, zarok bi giranî birîndar bû. Hêzên YPG'ê zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.

Ehmed sewqî nexweşxaneya Rehmê ya li Qamişloyê hat kirin. Tê gotin, rewşa tenduristiya wî gelekî giran e.