Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Kasim Engîn, di salvegera şehadeta Huseyîn Çelebî de, ku li ser navê wî pêşbirka wêje, çîrok û helbestan tê lidarxistin, qada kesayetiya Çelebî kir. Engîn got, "Hevalê Huseyîn gelekî xweş bi Elmanî daxivî û aliyê wî yê îdeolojîk gelekî xurt bû. Ji xwe ji ber vê yekê dadger û dozgerên Elman li pêşberî wî bêdeng diman."
Engîn qala tevlîbûna Çelebî ya li nava refên PKK'ê kir û got, "Di dema dozên Dusseldorfê de, ku li dijî tevgera azadiyê hatibûn vekirin, min hevalê Huseyîn Çelebî nas kir. Piştî ku hevalê Huseyîn ji zîndanê hat berdan, li Komîteya Kurdistanê em bi hev re xebitîn. Hevalê Huseyîn di sala 1964'an de li Elmanyayê ji dayik bû. Nîvî Kurd e, nîvî Tirk e. Bi qasî ku tê bîra min, di sala 1984'an de, di 17-18 saliya xwe de tevlî nava refên azadiyê bû. Yek ji wan ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê ji dayikbûne ye ku zû tevlî refên azadiyê bûn.
Taybetmendiya analîz, qanihkirin û bandorê ya hevalê Huseyîn gelekî zêde bû. Di sala 1987'an de Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê hat damezrandin. Hevalê Huseyîn di rêveberiya YXK'ê de cih girt. Bi qasî tê bîra min, nasnavê wî yê li Ewropayê Mûzaffer bû. Dema çû Geliyê Bekayê, nasnavê wî Sadûn bû."
Engîn destnîşan kir, ku Huseyîn yek ji milîtanên destpêkê yên PKK'ê bû ku li Ewropayê hat girtin û bi hêza xwe ya îdeolojîk, gelek caran dadger û dozgerên Elman bêdeng dihişt. Engîn got, "Dewleta Elman bi fermana NATO'yê, di salên 1986-87'an de gelek endamên komîteya navendî ya PKK'ê girt. Yek ji hevalên destpêkê yên li Elmanyayê hatin girtin jî hevalê Huseyîn bû. Ev yek jî asta hevalê Huseyîn nîşan dide. Hevalê Huseyîn gelekî xweş bi Elmanî daxivî û aliyê wî yê îdeolojîk gelekî xurt bû. Ji xwe ji ber vê yekê dadger û dozgerên Elman li pêşberî wî bêdeng diman."
Engîn diyar kir, kesayetiyeke jîr û bi coş a Çelebî hebû û got, "Hevalê Huseyîn piştre di sala 1993'an de vegeriya welêt û derbasî qada Rêbertî bû. Di 11'ê Cotmeha 1992'an de li Kela Şabanike ya Heftanînê şehîd dibe. Berî şehîd bibe, bi birîneke giran dikeve destê PDK'ê û PDK'ê wî dikuje."
Engîn vê bangê li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê û Kurdistanê dijîn dike: "Em ê li ser şopa hevalê Huseyîn heta dawiyê têbikoşin. Li ser vê bingehê bang li ciwanên Kurdistanê, bi taybetî yên li Ewropayê dijîn dikim. Tevî ku hevalê Huseyîn li Ewropayê ji dayik bû û mezin bû, zû bi modernîteya kapîtalîst hesiya û red kir. Ji koledariyê berê xwe da azadiyê. Ciwan û xwendekarên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn divê karibin mîna hevalê Huseyîn tevbigerin. Ji koledariyê divê biherikin azadiyê. Bi vî rengî dikarin xwedî li bîranîna hevalê Huseyîn derkevin. Ji ber vê yekê dibêjim, divê ciwanên Kurdistanî û Ewropî berê xwe bidin refên azadiyê û çiyayên azadiyê."