Li Geverê li dijî Qereqola Xiravêtê çalakî
Li navçeya Gever a Colemrêgê gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola bajaroka Buyukçiftlik (Xiravêtê) çalakiyek li dar xistin.
Li navçeya Gever a Colemrêgê gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola bajaroka Buyukçiftlik (Xiravêtê) çalakiyek li dar xistin.
Li gorî agahiyên hatî girtin, pêşî teqîn li ber qereqola jandarma pêk hat ku di têketa bajarokê de bû. Jêderkên xwecih diyar dikin piştî teqînê şer derketiye û hê jî berdewam dike.
Li cihê ku qereqol lê ye duxan bilind dibe, çûnûhatina ambûlansê li herêmê zêde ye.