Li Çelê şer giran e

Artêşa Tirk di 30'ê Tebaxê de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi deh hezaran leşkeran dest bi operasyonê kir. Tê gotin, ev yek operasyona herî berfireh a artêşa Tirk e.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi berxwedaneke dîrokî bersivê didin vê operasyona mezin. Hêzên gerîla derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla bêçare maye, operasyon sekinand û li kalekolên xwe vegeriya. Çalakiyên gerîla di heman demê de psîkolojiya artêşa Tirk jî têk birine.

Gerîlayên ku her roj çalakiyeke mezin û berfireh lidar dixin, kirin ku Fermandariya Jendermeyan a Tirk li vê herêmê bêje "Em li Çelê şerê man û nemanê dimeşînin". Mijareke din a nîqaşê ye, bê artêşa Tirk a nikare şer bike, çawa şerê man û nemanê dimeşîne.

Artêşa Tirk a ku li kalekolên xwe yên li ser sînorê Çelê ji ber çalakiyên gerîla bêçare maye, vê carê jî roja 5'ê Cotmehê li qada Ertûşê dest bi operasyoneke berfirehtir û mezintir kir. Di vê operasyonê de bi 30 hezar leşker û teknîka ji Kayserî, Eskîşehîrê anî re, êrîş li dijî qadên gerîla tê kirin. Şer li gelemperiya vê herêmê belav bûye. Şerê dijwar ê ji ber operasyonê rû didin jî, bênavber dewam dikin.

Gerîlayên ku li herêmê bi xurtî li ber xwe didin, ji ajansa me re axivîn. Li dijî vê operasyona berfireh, ku dixwaze axa Başûrê Kurdistanê jî bide ber xwe, gerîla bi biryardarî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe didin. Gerîla dibêjin, "Yekîneyên çeteyên Tirk ên faşîst wê têk biçin."

'EM TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ DIMEŞÎNIN'

LEZGÎN BOTAN: Tecrîda li ser Rêber Apo ji bo me sedema herî mezin a şer e. Agahînegirtina ji Rêberê xwe, ji xwe ji bo me sedema herî mezin a meşandina şerekî giran e. Bila gelê me zanibe; têkoşîna em li vê derê tevî hemû hevrêyên xwe dimeşînin, kêlî bi kêlî me nêzî şoreşê dike. Artêşa Tirk li Ertûşê derbên giran xwar. Hê hînê jî bixwe. Hewl didin atmosfereke welê bafirînin ku wan li vir serketineke mezin bi dest xistine. Lê me li vê derê derbên mezin li leşkerên Tirk xistin. Em di nava şerekî gelekî mezin de ne. Dibe ku em bi çavên xwe şoreşê nebînin. Lê belê soza me li gelê me ye; bi hemû hevrêyên xwe yên li vê derê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têdikoşin, em ê 'şoreşê' diyarî gelê xwe bikin. Ji ber ku em li Ertûş, Çelê û hemû herêmên Kurdistanê ne tenê bersivê didin operasyonên artêşa Tirk. Em li vê derê têkoşîna şoreşgerî dimeşînin.

'LI VÊ HERÊMÊ ŞEREKÎ GIRAN HEYE'

ŞOREŞGER HEREKOL: Artêşa tirk li vê herêmê gelek kuştî da. Li herêmê şerekî gelekî giran heye. Leşkerên Tirk bi teknîkê şer dikin. Lê belê em bi rêbaza gerîla hemû teknîkên wan ên modern pûç dikin û derbên giran li leşkeran dixin. Dixwazin bi rêbaza DAIŞ'ê êrîş bikin. Mîna li Kobanê, dixwazin li vir jî bi teknîkê êrîş bikin. Lê tiştekî ku wan hesabê wê nekirine heye. Ew jî; ev der çiyayên Kurdistanê ne. Van çiyayan ev 40 sal in me ji her tiştî parastin û hê jî li hemberî êrîşên giran me diparêze. Weke hêzên gerîla em gelekî baş dizanin xwe li çiyê biparêzin. Ji Tayyîp Erdogan heye ku bi taktîkên ji DAIŞ'ê wergirtî dikare li çiyê li dijî me şer bike. Lê belê me li Ertûşê Erdogan û çeteyên wî tevizand û ji hev xist. Niha jî şerekî giran diqewime. Di her çalakiya me de bi dehan çete tên kuştin. Dema heval ji çeperekê xwe davêjin çepera din, ji ser cenazeyên leşkeran derbas dibin. Rastiya şerê li vir, ev e. Lazim e her kes bi vî rengî rewşê zanibin. Carna hevalên me jî şehîd dibin. Lê belê her hevrêyê me berî şehîd bibe, bi dehan leşkeran dikuje. Em ê vî şerî qezenç bikin.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE BIKEVE NAVA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ'

DILOVAN KOBANÊ: Dewleta Tirk di dema dawî de Lozan ji nû ve xist rojevê û careke din nîşan da ku çav berdaye axa Kurdistanê ya parçe parçe bûye. Leşkerên Tirk ên bi zordarî li Başîkayê weke hêza dagirker heye, bi êrîşa li dijî Cerablûsê re qaşo hewl dide axa Tirkiyeyê berfireh bike. Niha jî dixwaze operasyonên li derveyî sînor pêk bîne. Tayyîp Erdogan gelekî derewîn e û xwe fênekî dibîne. Lê belê berxwedana me, bi taybetî berxwedana me ya li Ertûşê nîşan dide bê Erdogan çiqasî bêaqil e. Weke gerîlayên PKK'ê em ê Tayyîp ê DAIŞ'î û çeteyên wî di nava sergoyê dîrokê de winda bikin. Em li ser vê bingehê sozê didin gelê xwe.

...