Lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê
Derket holê, dewleta Tirk dixwaze li Iraqê komkujiyan bike, van komkujiyan bixe stuyê PKK'ê û bi vî rengî li Kerkûkê tevlîheviyê bike û ji bo operasyona li Mûsil, Tel Afer û Şengalê ji xwe re hincetekê bafirîne.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 11 kewçêrê 2016, 09:04
Rojnameya Hewal ku bi rengekî heftane li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, di nûçeyên xwe yên li hejmarên 681. û 683. de li ser xebatên îstîxbaratê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dimeşîne û planên sûîqestê, agahiyên girîng weşand.
Rojnameya Hewal agahiyên nûçeyên xwe spart hin rayedarên li nava hêzên ewlekariyê û ragihand, dewleta Tirk bi rêya yekîneyên xwe yên taybet li Kerkûk, Başîka û Şengalê hin sûîqestan plan dike. Hat destnîşankirin, ku pêşmergeyên di 2'ê Cotmehê de li Şengalê hatin kuştin û îdîa kirin ku PKK'ê ev kiriye, ji aliyê vê yekîneya taybet ve hatiye kuştin.
'BI RÊYA TIRKMENAN Û HIN PARTIYÊN KURD ÎSTÎXBARAT TÊ HEVDAN'
Li gorî nûçeya rojnameya Hewal, ev yekîneyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin bi taybetî li Kerkûk, Xurmatû û Daqûqê îstîxbaratê didin hevdan.
Rojnameyê diyar kir, ev karê îstîxbaratê li Başîka ya Mûsilê, Tel Afer û Şengalê jî tê kirin.
Di dewama nûçeyê de hat gotin: "Dewleta Tirk bi alîkariya hin Tirkmen û partiyên Kurd, der heqê hin partiyên Kurd de li Kerkûk, Daqûq û Xurmatûyê karê îstîxbaratê tê meşandin. Ji bo vî karî çend yekîne hatine avakirin. Ev yekîne, tevî îstîxbarata li ser partiyan, her wiha têkildarî xebatên rewşenbîran jî agahiyan didin hev. Bi hev xistina pêkhateyan û derxistina aloziyê li Kerkûkê, yek ji karên van yekîneyan e. Ji bo vê jî, hin serkêşên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) daxuyanî dan û ragihandin, ku ew ê piştgiriyê bidin vî karî. Mînak; parlamenterê ITC'ê Eşred Salihî bi vê armancê, der barê PKK'ê de daxuyanî da.
Dewleta Tirk hewl dide bi rêya Tirkmenan bandora Tirkan a li herêmê zêde bike û zorê li YNK'ê bike ku polîtîkaya xwe biguherîne."
'WÊ BÛYERÊN KUŞTINÊ BIXIN STUYÊ PKK'Ê'
Rojnameyê da zanîn, ku ev yekîneyên taybet ên dewleta Tirk wê li Başîka, Tel Afer û Şengalê bi çalakiyên provokatîf Erebên Sûnî, Tirkmen û Êzidiyan bikujin, berpirsyariya kuştinê jî bixin stuyê PKK'ê û bi vî rengîo bingehek ji bo operasyona li dijî PKK'ê bê amadekirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin, du pêşmergeyên di destpêka vê mehê de li Şengalê hatin kuştin û berpirsyarî xistin stuyê PKK'ê, di vê çarçoveyê de ji aliyê van yekîneyên taybet ve hatine kuştin. Di dewama nûçeyê de ev hat nivîsandin: "Ji cînayetên dewleta Tirk li van deveran li dijî Sûniyan bike, wê PKK berpirsyar bê nîşandan."