Ocalan: Divê Kurd bibin yek û li dijî van kuştinan bibêjin, êdî bes e!
Mehmet Ocalan got, ‘’Kurd divê bibin yek û li dijî van kuştinan bibêjin êdî bes e. Divê her kes destê xwe li ser wijdana xwe dane û ji bo ev kêşe çareser bibe yekîtiya xwe pêk bîne. Ne ji bo şer ji bo aştiyê em her tiştî bikin’’
ANF
RIHA
sêşem, 11 kewçêrê 2016, 16:24
Konê serxweşiyê yê gerîlayê HPG’ê Cesûr Riha (Ercan Altûn) ku ji hêla Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hatibû ragihandin di navbera 25-30’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye, li gundê Cavsak a Bozova ya Rihayê hate ziyaretkirin. Bi konvoyeke ji sedan erebeyan pêk hatî konê sersaxiyê hate ziyarekitin. Li konê sersaxiyê porterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK’ê û wêneyê Cesûr Riha yê gerîla hatin daliqandin.
‘EM SOZ DIDIN ŞEHÎDAN KU DI VÊ RÊKÊ DE ŞEHÎD BÛNE..’
Piştî deqeyekê rêzgirtinê Wekîla Rihayê ya HDP’ê Dîlek Ocalan diyar kir, di vê pêvajoyê de ku li ser Kurdan polîtîkayên îmha û înkarên têne meşandin, Kurd li şehîdên xwe xwedî derdikevin û behsa giringiya vê kir. Ocalan wiha got: ‘’Ji ber ku dijmin dixwaze bi polîtîkayên kuştin, tinekirin û girtinê Kurd gavê bi paş ve bavêjin. Lê li gel van hemû tiştan xwedîderketina bi vê asyê ya li şehîdê xwe bersiveke zelal e ji bo dijmin. Em ê jî heta ku dilopeke xwîn di canê me de hebe, em ê li têkoşînê xwedî derbikevin û bidomînin. Ji ber ku kesên ku jiyana xwe ji dest dayin ji ne ji bo xwe têdikoşîn. Ji bo azadiya hemû Kurdan, nasnameya wan û xaka xwe têkoşî û şehîd bû. Divê em lê vê têkoşînê, ku rûmeta me ye xwedî derbikevin û hişk xwe pê ve bigirin.’’
‘RÊYA WE RÊYA ME YE’
Piştre Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Aydan got, Cesûr Riha yê HPG’yî li ser navê Kurdan têkoşîn da û domdan, ‘’Dijminekî ew qasî zordar li pêşberî me ye, her roj xwîna Kurdan diherikîne û ji bo ku Kurdan tine bike tişta jê tê texsîr nake. Kurd ji dîrokê ve serê xwe li ber dijmin netewandine. Ji niha û şûn de jî wê netewînin. Li çar parçeyên Kurdistanê ji bo jiyaneke rûmetdar heta dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê têkoşîna xwe bidin. Her şehîdê me yê ku di têkoşîna rûmetê ya Kurd de canê xwe ji dest dayî ji bo berjwendiya xwe tiştek nekiriye. Di serî de ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, ji bo jiyaneke rûmetdar têkoşîn dane. Di ber vê têkoşînê de jî jiyana xwe dane. Em deyndarê wan şehîdan e ku di vê rêkê de jiyana xwe ji dest dane û heta ku em xeyala wan pêk bînin em ê têkoşînê bidin.’’
‘NE JI BO ŞER JI BO AŞTIYÊ EM TIŞTEKÎ BIKIN’
Herî dawî birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina xwe ya bi Ocalan re wiha anî ziman: ‘’Dema ku min Serok dît, ji min re got, ji ber sedema mirinan hin şevan nikarim razim. Ku Kurdan yekîtiya xwe pêk bianîna niha ciwan ne nemirina. Wê kêşeya Kurd çareser bibûna. Divê Kurd bibin yek û ji bo van mirinan bibin yek. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û ji bo çareserkirina vê kêşeyê yêkitiyê pêş bixîne. Em hemû rêwiyê heman keştiyê ne. Heke em yekîtiyê pêk neyînin, tişta ku îro bi serê yekî ji me tê wê sibe bi serê yê dî were. Em jî ji bo ku ev mirin bi dawî bibin divê em têbikoşin. Çi ji destê kê were ji bo pêşî li vê xwînê bigire divê bike. Bêyî ku kêşeya Kurd çareser bibe xwîna nasekine. Ji bo çareseriya Kurd ji destê kê çi tê divê wê bike. Êdî bila ne gerîla û ne jî leşker bimirin. Ne ji bo şer lê ji bo aştiyê em tiştinan bikin.’’