Êrîşên çeteyan li ser xaka Federaliya Bakurê Sûriyeyê dewam dike

Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku 9’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê ya dikeve Başûrêrojhilatê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “9’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê ya dikeve Başûrêrojhilatê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê” û ragihand ku şeva 9’ê Cotmehê çeteyên girêdayî qaşo Koalîsyona Sûriyeyê jî ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birine li ser gundê Maranez a Efrînê.