Çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Minbicê komkujî pêk anî: 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlên gundê El-Maşî êrîşên xwekujî pêk anîn. Di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gekek kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di saet di 23.30′an de li gundê El-Maşî yê 27 km dikeve Başûrê Minbicê, 2 êrîşên xwekujî pêk anîn. Di encamê de, 11 welatiyên sivîl (piraniya wan ji malbata Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî ne) jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya El-Hikmê ya bajarê Minbicê, hin ji wan jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.

Navê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:” Ebdulkerîm El-Hesen El-Maşî, Asya Îsa Hesen El-Maşî, Ehmed Ebdulkerîm Hesen El-Maşî, Star Hesen El-Maşî û hevjîna wî, Îsa Hesen El-Maşê, Mihemed Star Hesen El-Maşî, Mustefa Star Hesen El-Maşî, Hemîd Zêdan El-Maşî, Elî Ebid Hemîd El-Maşî û Ebûd El-Hîlal ê ji gundê Til Hodan in."

Yek ji 5 birîndarên ku rewşa wî giran li nexweşxaneya Minbicê dihatin dermankirin, ji bo dermankirinê rakirin bajarê Qamişlo.