HPG'ê 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 8 gerîlayên li Qers, Agirî, Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 8 gerîlayên li Qers, Agirî, Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 8 gerîlayên li Qers, Agirî, Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:
"Me beriya niha dabûn xuyakirin, ku di operasyona artêşa Tirk a li herêmên Çemçê û Xeta Sor ên navçeya Qaxizman a Qersê de roja 2'ê Cotmehê şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de 4 gerîlayên me bi xurtî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Roja 6'ê Cotmehê jî, li herêma Kırê Tutekê yê Tendurekê, di navbera gerîlayên me û yekîneyên faşîst ên dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 2 gerîlayên me şehîd bûn.
Nasnav: Berbang Payîz
Nav paşnav: Îbrahîm Eker
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Pero-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016 / Qers
Nasnav: Brûsk Welat
Nav paşnav: Alî Ceylan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fatma-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016 / Qers
Nasnav: Hakî Serhat
Nav paşnav: Abbas Ayirkan
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Leylo-Fûat
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016 / Qers
Nasnav: Hawar Çemçê
Nav paşnav: Yildirim Tûran
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Cevahîr-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016 / Qers
Nasnav: Argeş Karwan
Nav paşnav: Engîn Esen
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Mahîre-Ferzende
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Cotmeha 2016 / Agirî
Nasnav: Şerzan Agirî
Nav paşnav: Yakûp Aslan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fehîme-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Cotmeha 2016 / Agirî
Hevrêyên Hakî, Brûsk, Berbang, Hawar, Şerzan û Argeş, ku li dijî êrîşên faşîst ên dagirkeriya li Kurdistanê bi şiyara 'Berxwedan rê li ber serketinê vedike' bi hemû erkên xwe yên têkoşînê rabûn, bi hesasiyeta serdemê bi xurtî tevlî têkoşînê bûn. Van her şeş hevalên me, ku bi ti awayî tawîz ji fedekariyê nedan, di nava her şert û mercî de li dijî dijmin şer kirin, mora xwe danîn binê pêngavan, derb li dijmin xistin û hejandin. Her şeş hevalên me bi gelek çalakiyên xwe yên bi bandor, derbên giran li dewletê xistin.
Di operasyona artêşa Tirk de, ku bi hezaran leşker û teknîka herî nû hat meşandin, derbên dijwar li dijmin dan, sekna milîtaniyê nîşan dan û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û şehîd bûn.
Gerîlayê me yê bi navê Cotkar, ku dema bi erka xwe radibû li qada Mergêzerê di meha Hezîranê de şehîd bû û hevrê Yilmaz ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di meha Cotmehê de şehîd bû, ji ber neçariyê bi derengî hat ragihandin.
Hevalên me Cotkar û Yilmaz ku li çiyayên Kurdistanê giranî dan ser dewlemendiya taktîkî ya şerê gerîla, di demeke kurt de bi tecrûbeyên serketî xwe ji her şêwe wezîfeyê re amade kirin û dema bi erka xwe radibûn, şehîd bûn.
Nasnav: Yilmaz Basya
Nav paşnav: Mahîr Eyup
Cihê ji dayikbûnê: Reqqa
Dayik-Bav: Selva-Elî
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Cotkar Kato
Nav paşnav: Sînan Abî
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayfer-Hamza
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Şirnex
Em her 8 gerîlayên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê erka wan a dîrokî ku radestî me kirine, bi ser bixînin."