Hevrêyê wê Ahmed Cemal, di salvegera şehadata Gûrbetellî Ersoz de ji ANF'ê re axivî û rola Ersoz a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd û çapemeniya azad de nirxand. Cemal got, "Wê bi biryardarî hewl da xet û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertî ji her alî ve fêhm bike, di şexsê xwe de ava bike, bibe pêşenga vê yekê û weke sedema bingehîn a hebûnê, ev xet meşand."
Cemal di destpêka axaftina xwe de, di şexsê Ersoz de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û di serî de Halît Oral ê li dijî komployê bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêberê Gelê Kurd bû xeleke ji agir, hemû şehîdên leheng bibîr anî.
Cemal anî ziman, ku wî di sala 1988'an de Gûrbetellî ans kiriye û got, "Hingî li beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çûkûrovayê weke asîstan dixebitî." Cemal diyar kir, Ersoz ji ber ku xwedî têkiliyên xurt ên civakî bû, bi hêsanî diyalog bi gelek kesan re datanî û wiha dewam kir: "Lewma derdoreke wê ya berfireh hebû. Dema li zanîngehê bû, ji bo pêşvebirina têkoşîna azadiyê gelekî hewl dida. Di mijara birêxistinkirina xwendekaran û ciwanên li derdora malbatê de, di warê perwerde û têkoşînê de bi roleke girîng radibû. Di tevlîbûna min a nava têkoşînê de jî rol û kedeke mezin a hevala Gûrbetellî hebû."
'BI BIRYARDARIYEKE MEZIN, RASTÎ JI CÎHANÊ RE RAGIHAND'
Cemal da zanîn, Ersoz di Çileya sala 1990'î de ji cihê lê dixebitî derket û tevlî têkoşîna azadiyê bû û got, "Piştî perwerdeya li qada Serokatiyê, vegeriya welêt. Demeke kurt piştî vegerê hat girtin. Bi qasî du sal û nîvan li girtîgehê ma. Piştî derket, bi rengekî çalak tevlî xebatên çapemeniyê bû. Di wê demê de, li dijî şerê taybet ê qirêj, komkujî, sirgûn, valakirin û şewitandina gundan, îşkence û girtinan, bi vîn û sekneke bi biryar têkoşiya.
Ti carî ji teşhîrkirina pêkanînên dewleta faşîst netirsiya, neket nava fikaran. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin hewl da rastiyan ji cîhanê re ragihîne. Ji ber vê yekê pêşengî ji weşangerî û sekna şoreşger a rojnamevanî û çapemeniya Kurd re kir, ku bû peyv û dengê têkoşîna azadiyê. Di wê demê de komkujî û êrîşên giran li kedkarên çapemeniya azad dihat kirin. Hevala Gûrbetellî li qada çapemeniyê vîneke rêxistinbûyî ya berxwedanê derxist holê û di dîroka çapemeniya Kurd de pêşengî ji pêvajoyeke girîng re kir. Û mîrateyeke mezin ji roja îro re hişt. Ji ber bombekirina avahiya rojnameyê û lêgerîna li wê, derket çiyayên azad ên Kurdistanê û têkoşîna xwe li vir dewam kir."
'PÊŞENGIYA XURT A JINÊ TEMSÎL DIKIR'
Têkildarî taybetmendiyên şexsî yên Gûrbetellî Ersoz de Ahmed Cemal ev nirxandin kir:
"Ya ku min di destpêkê de di şexsê wê de dît, sekneke xurt, bi biryar û xwedî vîn bû. Gelekî fedekar bû. Hêza wê ya îqnakirina mirovan zêde bû. Ji ber vê yekê kesayeteke xurt a rêxistinî bû. Ev alî û taybetmendiyên xwe di nava têkoşînê de xurtir kir. Wê bi biryardarî hewl da xet û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertî ji her alî ve fêhm bike, di şexsê xwe de nîşan bide, bibe pêşenga vê yekê û weke sedema bingehîn a hebûnê, ev xet meşand. Ji ber vê yekê, tevî ku li dijî dewleta Tirk a mêtînger faşîst têkoşiya, di heman demê de li dijî têkilî û feraseta jiyana paşverû ya modernîteya kapîtalîst jî bi hêrs bû û têdikoşiya. Têkoşîna çînî û zayendî û têkoşîna li dijî mêtîngeriyê bi hev re nirxand. Bi vî rengî pêşengî, milîtanî û fermandariya xurt a jinê temsîl dikir. Lewma li dijî her şêwe zilm û zordariyê li ber xwe da û bi ser ket."
'ÇAPEMENIYA KURD WÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDE Û ÊRÎŞAN PÛÇ BIKE'
Ahmed Cemal bal kişand ser êrîşên faşîzma AKP'ê yên li dijî gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê û destnîşan kir, ku ev êrîş ji gelek aliyan ve faşîzma 12'ê Îlonê û dema şerê qirêj ê taybet a salên 90'î derbas kiriye.
Cemal diyar kir, girtina Ozgur Gundemê, Zarok TV, Gun TV û gelek saziyên din ên çapemeniyê, gavên dawî yên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî ya li dijî gelê Kurdistanê ye û got, "Ev zext, êrîş, komkujî û girtin, mîna Çîller, Dogan Guneş û Mehmet Agar wê ji bilî qedandina wan bi xwe, ti encamê dernexînin. Yên ji dîrokê fêhm dikin, dizanin ku bi van êrîşan nikarin bi ser bikevin. Çawa ku gelê Kurdistanê li dijî van êrîşan li ber xwe dide, wê saziyên çapemeniyê jî li ber xwe bidin û van êrîşan pûç bikin."
Cemal da xuyakirin, ku êrîşên li dijî çapemeniya azad, ji bo tesfiyekirina sekna Gûrbetellî Ersoz tên kirin û got, şopdarên vê xetê, wê van êrîşan pûç bikin. Cemal destnîşan kir, dilsoziya bi Gûrbetellî Ersoz re, bi parastina nirxan û meşandina xeta wê ya têkoşînê dibe.