Şîlan Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Kobanê (Sîham Awaz) a ku di operasyona rizgarkirina gundên Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Dema ku darbest şervana YPJ’ê Şîlan gihişte Şehîdgehê bi tilîlî û dirûşma “Şehîd namirin” ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê endamên erka xweparastinê ve hate destpêkirin û şûn de, li ser navê saziya malbatên şehîdan Îzet Hemo û li ser navê TEV-DEM`ê jî Sûad Şêx Demir axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata têkoşer Şîlan Kobanê hate xwestin û wiha hate gotin: “Em hemû şehîdên azadiyê di şexsê têkoşer Şîlan de bibîr tînin û bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin, têkoşer Şîlan yek ji jinên ku rêya têkoşerên wekî Arîn Mîrkan û Rêvana ji xwe re hilbijart “.

Piştî xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina malbatê, cenazeyê Şîlan Kobanê bi tilîlî û dirûşman li rex hevalê wê hate definkirin.