Li Colemêrg, Şirnex û Amedê 10 leşker hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Şirnex û Amedê herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Şirnex û Amedê herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan;
“9’ê Cotmehê piştî nîvro hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li Kelha Mêrganiş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; 9’ê Cotmehê saet 13.15’an piştî operasyona ku artêşa TC li Faraşînê da destpêkirin, hêzên me yekîneyek veşartî ya ji 40 kesan pêk dihat û xwe li qada Laleş û Qada Zengilê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê xistin bin kontrola xwe. Hêzên me bi awayekî bi bandor bi çekên BKC û RPG-7 li çeperan dan. Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî birin Tûgaya Elkê. Ev çalakî ji hêla hêzên me yên HPG û YJA Starê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê û ji bo bîranîna hevalên me yên li Faraşînê şehîd bûne hate lidarxistin.
9’ê Cotmehê saet 15.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Beyazçeşme ya girêdayî navçeya Pîran a Amedê çalakiya sûîqestê li dar xist û leşkerek hate kuştin.
9’ê Cotmehê saet 15.00-16.00’an hêzên me li mintiqa navbera navçeya Pîran û Gulemanê de çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Gerîlayên me li vir nasname kontrol kirine; têkîldarî pêvajoyê jî gel agahdar kirine.”