YRK'ê nasnameyên 12 gerîlayên xwe eşkere kir
Fermandariya Biryargeha YRK'ê nasnameyên 12 gerîlayên xwe yên li bajarê Salasbawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê di 4'ê Cotmeha 2016'an de bi komployê şehîd bûn, eşkere kir.
Fermandariya Biryargeha YRK'ê nasnameyên 12 gerîlayên xwe yên li bajarê Salasbawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê di 4'ê Cotmeha 2016'an de bi komployê şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) de hat ragihandin, ku roja 4'ê Cotmeha 2016'an li bajarê Salasbawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê di navbera gerîlayên wan û hêzên dewleta dagirker a Îranê de şerekî dijwar qewimî.
Di daxuyaniya fermandariyê hat gotin, "Cehşên xiyanetkar jî tevlî vî şerî bûn û dijmin hêza xwe ya teknîkê ya hewayî û bejahî pir zêde bi kar anî. Guman hene, ku madeyên kîmyewî jî bi kar anîne. Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, berî şer biqewime, bi rêyên bêbext jehr dane hevalên me, ji bo karibin bi hêsanî 12 hevalên me şehîd bixin. Em ê agahiyên berfireh ên di vê der barê de piştre bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve bikin."
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her 12 gerîla bi rengekî fedayî beşdarî tevgera azadiyê bûn, di jiyan û têkoşînê de bi ruhê fedayî, fedekar û pêşengî tevgeriyan û bûn mînaka berxwedanê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Heta yek ji me bimîne, em ê şopdarên xeta wan bin û têkoşînê her mezin bikin. Bi vê wesîleyê, em ji malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin. Bila dilê we şad be. Ji ber ku pakrawanên berxwedêr di hembêza xwe de mezin kirine. Em jî weke hevalên wan, soz didin ku doza azadiyê bi ser bixînin û tola bi xurtî hilînin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 12 gerîlayên YRK'ê yên jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî ne:
Nav: Mihemed Emînî
Nasnav: Fuad Şoreşger
Cih û dema ji dayikbûnê: Merîwan-1997
Dema tevlîbûnê: 2015
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Mustefa Zeyrek
Nasnav: Welat Kurdistan
Cih û dema ji dayikbûnê: Mersîn-1997
Dema tevlîbûnê: 2014
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Nejad Er
Nasnav: Dara Îdir
Cih û dema ji dayikbûnê: Îdir-1990
Dema tevlîbûnê: 2013
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Sedî Ferecî
Nasnav: Helo Zirêbar
Cih û dema ji dayikbûnê: Merîwan-1981
Dema tevlîbûnê: 2011
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Behmen Awramî
Nasnav: Xebat Nîştiman
Cih û dema ji dayikbûnê: Merîwan-1986
Dema tevlîbûnê: 2009
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Mustefa Salihî
Nasnav: Bawer Artîn
Cih û dema ji dayikbûnê: Pîranşar-1988
Dema tevlîbûnê: 2007
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Hoseyn Bedirzade
Nasnav: Cemîl Tolhildan
Cih û dema ji dayikbûnê: Selmas-1991
Dema tevlîbûnê: 2013
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Yilmaz Doxan
Nasnav: Akîf Sîmorx
Cih û dema ji dayikbûnê: Mardîn-1986
Dema tevlîbûnê: 2013
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Riza Perwîzî
Nasnav: Koçer Mîdya
Cih û dema ji dayikbûnê: Diwandere-1991
Dema tevlîbûnê: 2014
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Mumin Mihemedî
Nasnav: Çiya Leylax
Cih û dema ji dayikbûnê: Dêhgolan-1989
Dema tevlîbûnê: 2012
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Xelîl Gedro
Nasnav: Dijwar Zagros
Cih û dema ji dayikbûnê: Efrîn-1993
Dema tevlîbûnê: 2012
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016
Nav: Sedat Kaya
Nasnav: Brusk Baz
Cih û dema ji dayikbûnê: Îzmîr-1987
Dema tevlîbûnê: 2005
Şehadet: Selasî Bawecanî – 4-10-2016