Polîsên Tirk li Dersîmê avêtin ser malan
Polîsên dewleta Tirk li Dersîmê avêtin ser gelek malan. Lêgerîna li nava malan didome.
Polîsên dewleta Tirk li Dersîmê avêtin ser gelek malan. Lêgerîna li nava malan didome.
Polîsên Tirk tevî leşkeran li Dersîmê serê sibehê avêtin ser gelek malan. Polîsan bi ser malên Hevşaredara berê ya Dersîmê Edîbe Şahîn, Cîgirê Hevşaredarên Dersîmê Îbrahim Kasum û Huseyîn Tûnç, Serokê EMEP'ê Mûstafa Taşkale, Hevseroka DBP'ê ya Dersîmê Leyla Akyildiz, Nûçegîhanê DHA'yê Ferît Demîr, Rêvebera DBP'ê Necla Kiliç, Rêveberê DBP'ê yê berê Şahin Kuçin girtin û lêgerîna malan didome. Hat zanîn ku polîs û leşkeran bi fermana dozger bi ser malan de girtine û lêgerîna li malan didome.