YPG: Êrîşên DAIŞ’ê û artêşa Tirk dewam dikin

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên herêma Bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê dewam dike, her wiha artêşa Tirk jî bê navber êrşên xwe didomînin.

YPG’ê, têkildarî êrîşên DAIŞ’ê û artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava daxuyaniyekî nivîskî da.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “ 10’ê Cotmehê di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Kurdîşan a dikeve Rojhilatêbaşûrê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyey jî, îro dane sibehê hewldan li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşek li dar bixin. Piştî êrîşê ji milê Maemela Şikeyf hate kirin li qadê şerek dem kurt hate jiyîn. Di encama vê şerî de qasî hate zelal kirin çetekî hate kuştin.”

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ ROJAVA BERDEWAM DIKE.

YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk îro saet 06.30’an de bi çekên giran û çekên navîn êrîş birin li ser çeperên hêzên wan ên li gundê Xinête ya giredayî Girê Spî. Hêzên wan jî di heman kêliyan de bersivê êrîşê arteşa Tirk dan.