Li Amedê 55 siyaset hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê li Amedê avêtin ser gelek malan û 55 siyasetmedar binçav kirin, ku di nava wan de Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr jî hene.

Polîsên Tirk li navenda Amedê û navçeyê wê, danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encama van serdegirtinan de 55 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Gulşen Ozer û Cebbar Leygara, Hevserokê HDP'ê yê Peyasê Abbas Ercan, rêveberên DBP û HDP'ê jî hene.

Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.