Kesekî di êrîşa Hesekê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Raperîn Fatime a ku li Qamişloyê di hate dermankirin, jiyana xwe ji dest de. Jimara kesên ku di êrîşa 3’yê Cotmehê li Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn gihişte 35’an.
Jina bi navê Raperîn Fatime a ku li Qamişloyê di hate dermankirin, jiyana xwe ji dest de. Jimara kesên ku di êrîşa 3’yê Cotmehê li Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn gihişte 35’an.
Çeteyên DAIŞ`ê şeva 3`ê Cotmehê li dijî şêniyên Heseke bi êrîşeke xwekujî komkujî pêkanîn. Di encama vê komkujiyê de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû, 90 kes jî birîndar bibûn.
Kesên birîndar bibûn jî li nexweşxaneyên bajarê Hesekê, Amûdê û Qamişlo dihatin dermankirin.
Raperîn Fatimê ya 24 salî yek ji birîndarên komkujiya Heseke bû û li nexweşxaneya Şehîd Xebat a bajarê Qamişlo dihat derman kirin. Raperîn Fatimê 8 rojan di nexweşxaneyê de dimîne û tevî hemû hewldanên dixtoran jiyana xwe ji dest dide.
Bi vê yekê hejmara kesên ku di komkujiya Hesekê de jiyan xwe ji dest dan, gihîşte 35 kesan.