Li Zerganê civîna Komploya 9’ê Cotmehê
Li Zerganê bi mijara Komploya 9’ê Cotmehê civîn hate lidarxistin.
Li Zerganê bi mijara Komploya 9’ê Cotmehê civîn hate lidarxistin.
Di civînê de ku ji gelên Kurd û Ereb bi dehan kes tevlî bibûn, endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Cahît Hesen axivî, diyar kir ku bi komployê yekîtî û jiyana hevpar a gelan hatiye hedefkirin.
Hesen bal kişand ku ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lîstoka li ser gelên Rojhilata Navîn dît ji Sûriyeyê derket, got; “3. Şerê Cîhanê yê ku îro li Sûriyeyê tê meşandin, dixwestin 9’ê Cotmehê bidin destpêkirin. Lê, Rêber Apo ev lîstok xira kir.”
Hesen destnîşan kir ku komploger hê ji armanca xwe dûr neketine û dixwazin bi şêwazên din komployê bidomînin, wiha pê de çû; “Şoreşa Rojava bersiva herî baş bû ku gelan da hêzên komploger.” Hesen îşaret kir ku hêzên komploger di şexsê Ocalan û gelê Kurd de tevahî nirxên mirovahiyê hedef kirine, anî ziman ku ji bo derbaskirina xeteriya li ser gelên Rojava û tevahî Rojhilata Navîn, azadiya Ocalan pêwîst e.