ÎHD: Bila zarok li girtîgehan mezin nebin
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê xwest, dayik û zarokên bi hev re li girtîgehê tên girtin, bên berdan.
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê xwest, dayik û zarokên bi hev re li girtîgehê tên girtin, bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrdînê, têkildarî zarokên tevî dayikên xwe li girtîgehan tên girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Leyla Eleftoz Baran ev 2 meh in li Girtîgeha Mêrdînê ji ber sûcdariya 'endametiya rêxistinê' girtî ye. Bi wê re zaroka wê ya 5 mehî Rojvan jî ji neçarî li girtîgehê ye.
Ferîde Komurcu li naçeya Dêrikê beriya hefteyekê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hat girtn û li girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê tê girtin. Tevî wê zarokê wê yê yek salî Diyar jî li girtîgehê mezin dibe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zarokên ji neçarî tevî dayikên xwe li girtîgehê dimînin, bi başî mezin nabin û hat gotin, "Ji bo berdana her du dayikan şert û merc guncaw in. Her wiha ji ber her du zarokên biçûk jî, ji bilî girtinê her du dayik dikarîbûn bi rengekî din bihatina darizandin. Lê belê tevî vê yekê jî girtina her du dayikan, bêhiqûqî ye."
ÎHD'ê işaret bi mafên zarokan ên di peymanên navneteweyî û Peymana Mafên Zarokan û mewzûata neteweyî de hatine destnîşankirin û got, "Li gorî pîvanên hiqûqa Însanî, bila Leyla Eleftoz Baran û Ferîde Komurcu bên berdan, ku Rojvan û Diyar bi rengekî azad mezin bibin.
Em dixwazin hemû dayikên tevî zarokên xwe girtî ne, bên berdan."