Fermandariya YJA Starê ya Şengalê Stêrk Serdar bi bîr anî

Fermandariya YJA Starê ya Şengalê, Zozan Dozdar Haran (Stêrk Serdar) a ku piştî qezayekê, dema dermankirinê de di 6’ê Cotmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ji bo azadiya rizgarkirina tevahî gelan û jinan, ji bo azadiyê her tim di nava têkoşîneke mezin de bû. Têkoşîna ku meşandiye bûye hêviya gelên bindest, bi dayîna bedelên mezin heta roja me ya îro hatiye.Têkoşîna me ya dîrokî bi hezaran hevrêyên me yên giranbiha yên ku di şahadeta wan de, em zoriyê dikşînin, di encama şerekî dijwar de derketiye holê. Yek ji wan şehadeta dîrokî ya hevrêya me Stêrk Serdar e” û hate ragihandin ku  26’ê Îlonê di encama qezayekê de birîndar bû û rexmê hemû hewldanên doktoran jî di 6’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.

Di berdewama daxuyaniyê de YJA Starê wiha got; “Hevrêya me Stêrk bi eslê xwe ji Amedê ye. Mîna bi hezaran ciwanên Kurd, zilma dewletê qebûl nekir, bi rastiya ku ji malbata xwe ya welatparêz fêr bû, hê di temenê xwe yê biçûk de dikeve nava lêgerînek mezin. Şoreşgertî û rastiya welatê xwe ji bavê xwe Şehîd Serdar ku fermandariya Amedê kiribû, hîn bû. Lewra berê xwe da nav refên Tevgera Azadiyê.

Hevrêya me Stêrk li herêmên wekî Garê, Heftanîn, Mexmûr û herî dawî jî li Şengalê mabû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe hewl dan Kurdistanê dagir bikin û gelê me qetil bikin, bi israrek zêde ji bo parastina gel berê xwe da Mexmûrê. Ji ber ku hê dagirkeriya çeteyan li Şengalê berdewam dikir, hevala Stêrk qêrîna jin û keçên Êzidî hindirê xwe hîs dikir, hate qada Şengalê.

Di xeta têkoşîna azadiya jinê de bûyina mîlitaneke pir xurt, girêdana bi Serokatî û meşa li ser vêfelsefeya, ji bo hevrêya Stêrk îdîa û armanceke pir mezin bû. Di têkoşîna me de bi pêşengtî û di rêya fermandariyê de hevrêyeke mînak bû. Hezkirina wê ya jiyanê û giredanbûyîna wê ya hevrêtiyê pir mezin bû. Ji ber wê jî heval Stêrk di demeke kurt de bi ken, bi moral û bi dilgermiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cihekî mezin girt.

Em wekî Fermandariya YJA-STAR a Şengalê ji malbata xwe ya giranbiha û gele xwe re sersaxiyê dixwazin û di kesayeta Şehîd Stêrk û hemû şehîdên xwe de soza xwe nû dikin û soza bilindkirina têkoşînê didin.”

Nasnameya gerîlaya ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Stêrk Serdar

Nav û Paşnav: Zozan Dozdar Harûn

Dîroka Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Meyase- Yûsûf

Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal / 6’ê Cotmeha 2016’an

...