HPG’ê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin
Hêzên Parastina Gel li dijî êrîşên tevkujiyê yên AKP’ê, li Colemêrg, Wan û Amedê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin.
Hêzên Parastina Gel li dijî êrîşên tevkujiyê yên AKP’ê, li Colemêrg, Wan û Amedê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detayên çalakiyên ku di 2 rojên dawî de hatine lidarxistin ragihand. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin;
“Li dijî faşîzma AKP’ê ya ku li Kurdistanê her cure sûcên mirovahiyê pêk tîne û qetlîaman dike, li dijî zilma li ser gelê me û zarokên wê yên bi nirx, tîmek me çalakiye bersivdayinê li dar xistiye.
Detayên çalakiyên di vê çarçoveyê de bi pêş ketine wiha ne;
10’ê Cotmehê saet 12.10’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
11’ê Cotmehê (îro) saet 09.00’an hêzên me li dijî komek leşkeran ku li Girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê di nav tevgerê de bûn, çalakî li dar xistin û şer qewimî. Şer hê jî li vir dewam dike.
10’ê Cotmehê saet 14.00-21.00’an qada Xeregolê ji hêla qereqolên girêdayî Çelê hat bomberdûmankirin. Heman rojê saet navbera 19.30-21.00’an balafirên şer qada Qela Bêdê bombe kirin.
11’ê Cotmehê saet 02.00’an hêzên me li qada Geliyê Masîro ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê, TIR’ên ku ji qereqolan re sotemenî dikşandin û her yek 20 tonan giran bûn rawestandin û şewitandin. Gerîlayên me piştî ajokar hişyar kirin, ew berdan.
9’ê Cotmehê saet 16.30’an hêzên me li dijî yekîneyek leşkerî ya li girê Şuxa ya li qada Garisa ya Sêrtê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
10’ê Cotmehê saet 17.00’an li gundê Çemanê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, hêzên me Ahmet Adiyaman ê bi nasnav Cergo ceza kirin. Ev şexsê bi navê Ahmet Adiyaman di şehadeta mirovên me yên welatparêz û hevalên me de xwedî rol e, di heman demê de hevkariya dewletê dike.
10’ê Cotmehê saet 23.00’an tîmek me li navçeya Pîran a Amedê Serokê AKP’ê yê Navçeya Pîranê Deryan Aktert ceza kirin. Ev ûnsur di planên qetlîam û qirkirinê de ku dewleta AKP’a faşîst li dijî gelê me pêk anîn, yekser cih girtiye û bi sîxurtiyê ve jî her cure rola qirêj li xwe girtiye.
10’ê Cotmehê danê êvarî, hêzên me li qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê yekîneyek veşartî xistin bin kontrola xwe. Dema detayên çalakiyê hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin. Piştî çalakiyê artêşê TC li qadê dest bi operasyonekê kiriye.”