Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, gelek şervan bi berxwedana xwe bûn efsane. Xeleka destpêkê ya van lehengên şehîd bûn, Botan Soro bû. Botan Soro di êrîşa Tîrmehê de, ku pêla destpêkê ya êrîşa herî mezin a DAIŞ'ê bû, bi lehengî li ber xwe da û di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
Dema li dikana bavê xwe dixebitî, di sala 2013'an de tevlî nava refên YPG'ê bû. Botan Soro yê ji Kobanê, li hemû eniyên Kobanê şer kir. Bi taybetî di zîrekiya xwe ya di çalakiyên sabotajê de derket pêş. Soro di 'Pêngava hilanîna tola şehîdên Kobanê' ya 29'ê Tîrmehê li eniya rojava dest pê kir, heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û dema birîndar bû, bombeya xwe ya destan teqand û gelek çete îmha kir.
Botan Soro di destpêkê de li eniya rojhilat a Kobanê dest bi wezîfeyê kir. Eniya rojhilat weke eniya herî zehmet a Kobanê derket pêş. Botan Soro bi israreke mezin xwest li vê eniyê şer bike. Li ser vê yekê fermandarên wî qebû kirin û Botan li eniya rojhilat wezîfedar kir. Botan çawa xwe digihîne eniya rojhilat, yekser tevlî şer dibe. Ji ber ku nû bû, fermandarên wî naxwazin destûra vê bidin. Lê nikarin Botan bisekinînin.
YEKEMÎN ŞERVANÊ YPG'Ê YE KU DI NAVA ŞER DE ÇALAKIYA SABOTAJÊ KIR
Di çalakiyên YPG'ê yên payîza 2013'an ên li eniya rojhilat de, Botan tevî ku nû bû cihê xwe di refên pêş de girt. Bi hostatiyeke xurt a taktîkî û fedekariyê, her kes matmayî hişt û serketineke mezin bi dest xist.
Di wê demê de Botan bû şervanê yekemîn ê YPG'ê ku di nava şer de çalakiya sabotajê kir. Di nava şer de çêkirina teqemeniyê, di dema ku ji ber gulereşandinê mirov nikare serê xwe rake de bicihkirina teqemeniyê li nava dijmin û teqandina wê ne karekî hêsan bû. Ji bo vê huner, wêrekî û zîrekî diviyabû. Botan li eniya rojhilat, di payîza 2013'an de li herêma Avdiko, di nava şer de çalakiyên bi vê rêbazê gelek caran pêk anî.
Botan Soro di şerê 2013'an de bi zîrekî û ruhê xwe yê fedayî, di nava refên YPG/YPJ'ê deng veda. Di êrîşa Hezîrana 2014'an de jî li eniya başûr bi tena serê xwe çaakiyeke sabotajê pêk anî û çete hejand, ji hev xist.
Di nava meha Hezîranê de li eniya başûr, li nêzî herêma Sûltan Selîm, bi tena serê xwe, xwe berda nava herêma çeteyên DAIŞ'ê, teqemenî lê bi cih kir û çalakiya sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de gelek çete mirin û derûniya DAIŞ'ê têk çû. Fermandar û şervanên YPG'ê jî li pêşberî çalakiyeke bi vî rengî matmayî ma bûn. Bi ruhekî fedayî û hunereke serketî Botan Soro ev yek pêk anîbû.
GUNDEKÎ JI ÇETEYAN RIZGAR DIKE
Botan Soro tevî çalakiyên xwe yên sabotajê, di çalakiyên ji bo rizgarkirina gundan de li refên pêş derdiket pêş. Botan Soro piştî lehengiya di pêngava 4'ê Tîrmehê de nîşan da, li eniya rojhilat di pêngava Cideyde de cih girt. Botan wê demê birîndar dibe. Pêngava Cideyde weke pêngaveke gelekî mezin pêk tê. Botan Soro di vê pêngavê de tevî yek ji fermandarên efsanewî yên Kobanê Botanê Reş, gundekî rizgar dike. Botan tevî Botanê Reş xwe berdide nava gundekî, gund ji çeteyan paqij dikin, herî dawî malek dimîne. Ji ber ku cebilxaneyên wan namîne Botanê Reş hewl dide pêşî li Botan Soro bigire, lê Botan Soro dibêje 'du bombeyên min ên destan man e' û mala dawî jî ji çeteyan paqij dike. Botan di pêngava li vê mala dawî de ji destê xwe birîndar dibe. Hê birîna wî baş nabe, careke din berê xwe dide eniya şer. Botanê Reş jî piştre li eniya rojhilat li gundê Evdiko di şerê 9'ê Tîrmehê de şehîd dibe.
CIHÊ XWE DI BASKÊ ÊRÎŞÊ DE DIGIRE
Şervanên YPG/YPJ'ê yên êrîşa meha Hezîranê ya çeteyên DAIŞ'ê pûç kirin, li eniya rojhilat di şeva 29'ê Tîrmehê de bi navê 'Pêngava Şehîdên Kobanê' dest bi operasyoneke berfireh dikin. Wê rojê Botan li eniya başûr bû. Botan di wê demê de amadekariyê ji bo çalakiya li Sirrînê dike. Pêngav di nava rewşeke nepen de tê amadekirin. Fermandarên pêngavê, Botan li derveyî pêngavê dihêlin. Botan ê pê dihese ku wê pêngaveke bi vî rengî dest pê bike, bi rêya telefonê dibêje ew ê biçe eniya rojava. Tevî ku fermandaran nedixwestin ew tevlî bibe jî, Botan tê eniya rojava, amadekariyên berfireh dibîne û êdî fêhm dike ku wê pêngaveke mezin dest pê bike. Botan bi israr dibêje ew ê di baskekî êrîşê de cih bigire. Ji ber ku kes nikare pêşî lê bigire, jê re dibêjin 'Biçe cem Koordîneyê, li wir bisekine, tu yê weke teqwiye biçe'. Piştre komên êrîşê dikevin nava liv û tevgerê. Botan jî li vê derê bi fermandarên YPG'ê yên di koordîneyê de ne nîqaş dike û ji wan re dibêje, 'Hûn nikarin min bisekinînin, ez ê jî biçim'. Û cihê xwe di nava yek ji sê baskên êrîşê, di nava baskê êrîşê yê li Girê Zagrosê digire.
'MIN BI XWÎNÊ EV ÇEPER BI DEST XIST, DEST JÊ BERNADIM'
Bi tena serê xwe berê xwe dide malên li quntara Girê Zagrosê. Di dema şer de bi rêya cîhazê têkiliyê bi fermandarên xwe re datîne û dibêje, "Ez di nava gund de me, li vir xefikek heye, çi pê bikim?'. Fermandarên wî jê re dibêje divê çi bike. Ji ber ku funye pêwîst bû, jê re funyeyê dişînin. Botan piştî nîv saetê dîsa li fermandarên xwe digere û dibêje 'min xefik îmha kir. Niha jî malek heye, çeper li malê çêkirine. Piştgiriyê ji min re bişînin, ez ê çeperê îmha bikim'. Botan bi ya xwe dike. Dûre Botan ji zikê xwe birîndar dibe. Fermandarên wî jê dixwazin ji herêmê derkeve, lê Botan vê qebûl nake. Ji fermandarên xwe re dibêje, "Min ev der bi xwînê stand, ez dest ji vê çeperê bernadim". Fermandar jî jê re dibêjin, "Li cihê xwe bisekine, maşîna zirxî heye, em ê wê bişînin û te ji wir bigirin" lê vê jî qebûl nake. Hevalên ku Botan ji nêz ve nas dikin, dizanin ku êdî heta şehadetê kes nikare Botan bisekinîne.
DESTÊ XWE DIHEJÎNE, DIKENE Û...
Ji fermandarên Botan Rêzan Amed diyalogeke wan tîne bîra xwe û êdî fêhm dike, bê Botan wê çi bike. Botan di sohbeteke bi şervanan re bombeyan destan nîşan da û got: "Yê ku di dema pêwîst de nikaribe pîmê vê bikişîne, divê ne bi me re be. Bi tenê palika çavê me jî bilive, divê em teslîmî dijmin nebin."
Botan bi birîndarî li çeperê li benda çeteyan e ku ber bi wî ve bên. Bombeya xwe hêdî derdixîne. Botan di vê kêliyê de xwe navêje ser bombeyê. Bombeya di destê xwe de bilind dike û dema çete nêz dibin, destê xwe ji hevalên xwe re dihejîne û dikene. Botan Soro ku heta wê rojê zêde nedikeniya û nedaxivî, beriya bombeyê bi xwe û çeteyên bi ser wî ve tên biteqîne, destên xwe ji hevalên xwe re dihejîne û dikene.
Botan bombeyê diteqîne û dema ber bi şehadetê ve diçe, gelek çeteyan îmha dike.
Fermandarên wî, fedayîtiya Botan Soro weke sedemeke bingehîn a serketina 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê' dinirxînin. Sekna Botan a di pêngava Tîrmehê de, yek ji xalên herî girîng e di şikandina DAIŞ'ê de.
DAIŞ, piştî Botan bi rengekî vekirî ev mesaj girt: Her kesên li vir wê heta bombeya xwe ya dawî li ber xwe bidin û dema biçin şehadetê wê me jî îmha bikin.
Vê rewşê kir ku çete nema karibe şer bike.
SIBE: Fermandar Emîn Erkenî, ku lûleya tivinga wî heliya