Qeyûmê, ji şaredariya Sûrê 4 alîkarên hevşaredaran ji wezîfeyê girtin
Şaredariya Sûr a Amedê ya ku bi biryara KHK’ê qeyûm hate wezîfedarekirin 4 alîkarên hevşaredarn ji wezîfeyê girtin.
Şaredariya Sûr a Amedê ya ku bi biryara KHK’ê qeyûm hate wezîfedarekirin 4 alîkarên hevşaredarn ji wezîfeyê girtin.
Piştî tayînkirina qeyûma ser şaredariya DBP’ê ya Sûra Amedê niha jî alîgirên Hevşaredarên Sûrê ji kar hatin girtin. 4 alîgirên ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin girtin wek personelên pispor di yekîneyên têkiliya bi gel re, xizmeta alîkariyê, çand, karên derve û kontrolokirinê hatin bicihkirin. Piştî şaredariya Sûrê hat desteser kirin, heta niha qeyûmê dest daye ser odeyên her çar alîkarên hevşaredaran û nahêle ku alîkar li odeyên xwe bixebitin. Herî dawî jî ev 4 alîkar bêyî bên hişyarkirin ji kar berpirsyariya wan hatin dûrxistin.
Hat diyarkirin ku girtina ji kar a alîgiran bi hinceta “Hevpeymana bi Komeleya Sarmaşikê re bi zanebûn zerar dane şaredariyê” hat nîşandan.