HPG: 12 leşker û 4 JOH hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber didome. Di çalakiyan de 12 leşker û 4 JOH hatin kuştin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber didome. Di çalakiyan de 12 leşker û 4 JOH hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ên ku bênavber didome, daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev detay parve kirin:
COLEMÊRG
"Di sibeha 5'ê Cotmehê de, li dijî leşkerên artêşa TC ên li quntara girê Şehîd Colemêrg ê li navçeya Çelê tev digeriyan, hêzên me ji du baskan ve çalakî pêk anîn. Di vê çalakiya bi bandor de 12 leşker hatin kuştin. Danê êvarê, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn cihekî nêzî girê Şehîd Colemêrg. Hêzên me li vê derê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li leşkerên artêşa TC dan. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, zelal nebû. Artêşa TC nîvê şevê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Şerê li vê herêmê dewam dike.
5'ê Cotmehê saet di 16:00 de qereqola Êrîş a li Çelê hawan û obus avêt herêma Ertûşê. Hêzên me jî bi çekên giran li bataryayên obus û hawanan û wesayîtên zirxî xistin. Saet di navbera 17:30-18:00 de balafirên şer bombe li herêma Ertûşê û Cîloyê Biçûk barandin.
Roja 4'ê Cotmehê, hêzên me bi hawana li girê Şehîd Cahît ê Çelê dan. Bi qasî 30 hawan li gir ketin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
4'ê Cotmehê saet di 13:30 de, wesayîtên zirxî dema li herêma navbera navçeya Elbak a Wanê û Guzeldere li dewriyê digeriyan, hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên tîmên taybet (JOH) mirin û 2 polîsên tîmên taybet (POH) jî birîndar bûn.
SÊRT
1'ê Cotmehê, hêzên me li dijî lûleya gaza xwezayî ya li gundê Ciwanîka yê Sêrtê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de lûleya gaza xwezayî hat teqandin.
MÛŞ
5'ê Cotmehê saet di 15:00 de, gerîlayên me yên YJA Starê li dijî şiba trenê ya navbera Mûş û Elezîzê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encamê de vagonek bi temamî îmha bû, 10 vagon jî ji rê derketin. Barê van vagonan, hesin bû.
ÇEWLIK
5'ê Cotmehê saet di 17:00 de, li gundê Evnik ê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, hêzên me li dijî stasyonên bazê yên Turkcell-Avea-Vodafone çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de stasyonên bazê îmha bûn.
QERS
2'ê Cotmehê, li qada Çemçê ya li navçeya Qaxizman a Qersê, artêşa Tirk operasyoneke berfireh da destpêkirin. Li qada Xetasor, saet di navbera 08:00-09:00 de di navbera leşkeran û tîmeke me ya gerîla de şer derket. Di vî şerî de helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer herêm bombe kirin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. 4 gerîlayên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayên me yên şehîd bûne, wê piştre bên eşkerekirin.
HATAY
3'ê Cotmehê saet di 13:00 de, hêzên me tasyona bazê ya Turkcell-Avea ya li deşta Ohdag a li navçeya Dortyol a Hatayê teqandin.
SEMSÛR
Di sibeha 4'ê Cotmehê de li bejahiya gundên Koçalî, Azîkan û Rezîp ên li herêma Kawî ya navçeya Semsûrê operasyon hat destpêkirin.
BALAFIRÊN ŞER QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN
5'ê Cotmehê saet di navbera 19:30-20:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li dora gundên Dêrika û Museleka yên mintiqa Çiravê ya li herêma Garê barandin. Saet di 17:30 de balafirên şer bombe li mintiqa Şukê ya Avaşînê barandin.
ŞIRNEX
Operasyona artêşa TC a di 27'ê Îlonê de li herêma Faraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexê da destpêkirin, piştî hefteyekê bi rengekî têkçûyî qediya. Ev operasyon ji aliyê bi hezaran leşkerên ji Şirnex, Wan û Colemêrgê hatin anîn ve, hat meşandin. Di tevahiya operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd bûn. Lê belê medya şerê taybet bi nûçeyên derewîn îdîa dike ku 20 hevalên me şehîd bûne. Di vê operasyonê de roja 2'ê Cotmehê li mintiqeya navbera Şeletune û Karçiteyê di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 2 gerîlayên me şehîd bûn. Hejmara leşkerên hatin kuştin, zelal nebû.”
NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN
Nasnameya 2 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Hasan Canfeda
Nav paşnav: Halûk Cengîz
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Ayten-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016'an / Şirnex
***
Nasnav: Hozan Kadiya
Nav paşnav: Hasan Taş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hamîde-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2016 / Şirnex