Çawişên pispor ên dîl hatin girtin ji ANF'ê re axivîn
Çawişên pispor Umît Gicir û Mevlut Kahvecî, ku li Çelê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve dîl hatin girtin, bang li siyasetmedaran û malbatên xwe kirin: "Ji bo xwîn bes birije, bikevin nava tevgerê."
Çawişên pispor Umît Gicir û Mevlut Kahvecî, ku li Çelê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve dîl hatin girtin, bang li siyasetmedaran û malbatên xwe kirin: "Ji bo xwîn bes birije, bikevin nava tevgerê."
Li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa Tirk di 30'ê Tebaxê de dest bi operasyoneke herî berfireh a dîroka xwe kir. Rayedarên artêşa Tirk bi gotina "Em li Çelê şerê man û nemanê dimeşînin" girîngî û mezinahiya operasyonê rave kiribûn. Li vê herêma ku gerîla lê serdest in, leşkerên derketin operasyonê derbên giran ji gerîlayan xwarin. Bi sedan leşker hatin kuştin. Dewleta Tirk bi rêya medyaya xwe îdîa dike, ku wan li Çelê serketineke mezin bi dest xistiye û hewl dide hejmara kuştiyên xwe veşêre.
HÊ JÎ KONTROL DI DESTÊ GERÎLA DE YE
Kontrola bejahiya Çelê ku derbên giran li artêşa Tirk hatiye xistin, hê jî di destê gerîla de ye. Ji xwe di 21'ê Îlonê de, gerîlayên li herêma navbera Çelê û Colemêrgê kontrola rê dikirin, çawişên pispor ên bi navê Mevlut Kahvecî û Umît Gicir û kontrayek girtin. Hikûmet û medya AKP'ê ev dîlgirtî ji nedîtî ve hatin. Çawişên pispor û kontra li Navenda Pêkanînê ya HPG'ê tên girtin.
BILA ÊDÎ EV ŞER BIQEDE
Çawişên pispor ên li Çelê dîl hatin girtin ji ANF'ê re axivîn. Mevlut Kahvecî û Umît Gicir diyar kirin, ku roja ewilî ji wan hebû ku ew ê bên kuştin, lê rewşa wan baş e û bang li siyasetmedaran kirin, ku ji bo aştî û çareseriyê bikevin nava tevgerê. Her du çawişên pispor gotin, "Bila êdî ev şer biqede, xwîn bes bê rijandin" û aciziya xwe ya ji ber şer û rewşa heyî ya Tirkiyeyê bilêv kirin.
'BER BI MECLÎSÊ VE BIMEŞIN'
Çawişên pispor ji malbatên xwe re jî gotin, "Em baş in, rewşa me ya tenduristiyê baş e. Ancax bi hewldanên we em dikarin ji vir rizgar bibin. Ber bi Meclîsê ve bimeşin, bi rayedaran re baxivin. Eger pêwîstî pê hebe bi Serokkomar re jî hevdîtinê bikin. Li şûna ku li malê rûnên, van gavan bavêjin."