YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku 28’ê Îlonê de encama teqîna mayînê de gihişte şehadetê eşkere kir.

Navaneda Ragihandinê ya YPG’ê,nasnameya şervanê xwe yê bi navê Êrîş Pirsûs ê ku 28’ê Îlonê li herêma Bendav Tişrîn di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû bi raya giştî re parve kir.

YPG’ê wiha got: “Rêhevalê me Êrîş Pirsûs‎ (Kemal Polat) di dawiya sala 2015 li bajarê berxwedanê, li Kobanê beşdarê Yekîneyên Parastina Gel bibû. Lawê leheng yê Pirsûsê ji wê rojê ve cihê xwe di piraniya çalakiyên li Kantona Kobanê de girt û wêrekiya ciwanê Kurd di şer û jiyanê de bi hemû rastiya xwe ve nîşan da. Di 28'ê Îlonê de dema ku hevalê Êrîş li herêma derdorê Bendava Tişrîn ya li başûrê Kobanê erkê xwe yê parastinê pêk dianî di encama teqîna mayînekî dijmin de gihiştiye şehadetê.”

YPG di serî de ji malbata şehîd û tevahî gelê Kurd sersaxî xwest û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest da wiha ye:

Nasnav : Êrîş Pirsûs‎

Nav û Paşnav: Kemal Polat

Navê Dayîkê: Xalîde

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayîkbuyînê: Pirsûs 

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, Kobanê / 28-09-2016

...