TKP/ ML TIKKO li Dersîmê çalakî li dar xist: 2 leşker hatin kuştin
Fermandariya TKP/ ML TIKKO ragihand ku duh li Derbenda Elî li dijî hêzên dewleta Tirk çalakî li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin.
Fermandariya TKP/ ML TIKKO ragihand ku duh li Derbenda Elî li dijî hêzên dewleta Tirk çalakî li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin.
Fermandariya TKP/ ML TIKKO têkîldarî encamên çalakiya li Dersîmê daxuyanî da.
Fermandariya ev detay parve kirin: “4’ê Cotmehê li Derbenda Elî ya girêdayî Dersîmê, mîlîtanên me yekîneyek veşartî ya girêdayî hêzên dewleta faşîst xistin kontrola xwe. 5’ê Cotmehê saet 11.00’an hevalên me li dijî vê yekîneyê ji du baskan bi çekên giran û ferdî çalakî li dar xistin. 2 miriyên hêzên faşîst zelal bûn, birîndar nehatin zelalkirin.
Piştî çalakiyê li ser herêmê tevgera pêgerên hewayî yên keşfê pêk hatine. Piştre jî bi tank, panzer û wesayîtên sivîl ên sewqî herêmê hatin kirin, operasyonek hatiye destpêkirin. Ji ber gulebarana ketober a helîkopterên Kobrayê jî agir bi eraziyê girtiye. Ev operasyonê piştî nîvro saet 12.30’an vekişiyaye.
Ev çalakiya ji bo hevalên MLKP’î yên li Dersîmê şehîd bûne û hevalên HPG’î yên li Dersîm û Behra Reş şehîd bûne hatiye lidarxistin.”