NÛ BÛ

Li kampa Etmayê teqîn: Zêdeyî 20 kes mirin

Li kampa Etmayê ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye, dema çeteyên ser bi Tirkiyeyê nobed pev diguherandin, êrîşeke bombeyî hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Li kampa Etmayê ku li pêşberî navçeya Reyhanli ya Hatayê ye, di dema guhertina nobedê ya çeteyên Tirkiyeyê de êrîşeke bombeyî hat kirin. Di encamê de herî kêm 20 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmara mirî û birîndaran zêdetir e. Tê gotin, di nava miriyan de efser û leşkerên Tirk jî hene.

Kampa Etmayê weke navenda çeteyên ser bi Tirkiyeyê tê naskirin.

Li vê kampê niha komên Nûrettîn Zengî, Ehrar Şam û Nûsra dimînin.

Tirkiye di ser kampa Etmayê re çek û cebilxaneyê ji El Nûsra, DAIŞ û çeteyên din ên ser bi xwe ve dişîne.