Li Edeneyê binçavkirin, li Wanê girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî Hevserokê MEYADER ê Wanê hat girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî Hevserokê MEYADER ê Wanê hat girtin.
Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.
WAN
Hevserokê MEYADER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak berî 3 rojan ji bo îfade bide gazî lê hatibû kirin ku biçe Midûriyeta Polîsan a bajar û li vir hatibû binçavkirin. Şaybak, piştî karên li midûryetê bi dawî bûn derxistin edliyeyê. Dozger bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" Şaybak sewqî dadgehê kir. Şaybak bi heman îdîayê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.