Cenazeyên şehîdên komkujiya Hesekê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyan kantona Cizîrê cenazeyên 21 şehîdên Komkujiya Hesekê li goristana gundê Şercî spartin axê.
Bi hezaran welatiyan kantona Cizîrê cenazeyên 21 şehîdên Komkujiya Hesekê li goristana gundê Şercî spartin axê.
Bi hezaran kes, ji bo wergirtina cenazeyên 21 şehîdên di komkujiya Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê. Girseya gel ku bê navber dirûşma "Şehîd namirin" qîriya, piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi boristana gundê Şercî ya Hesekê ku nû hatiye avakirin bi rê ket.
Li pêşiya gund, welatî ji wesayîtan peya bûn, darbest hilgirtin ser milan û heta goristana meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 21 şehîdan li ber dirûşma "Şehîd Namirin" spart axê.
Nasnameyên şehîdên hatin definkirin ev in: Şervanê QSD‘ê Mesûd Fatimê û sê zarokên wê Nûrcan, Mihemed û Aya, Endamê Hêzên Asayîşê Egît Fatimê û Salih Îbrahîm, Gulyar Fatimê, Necah Hesen, Rosîm Fatimê, Ferhad Fatimê, Esed Fatimê, Aryan Fatimê, Leyan Fatimê, Zana Fatimê, Sîpan Fatimê, Rojîn Fatimê, Mihemed Zinar Fatimê, Ehmed Fatimê, Roj Fatimê, Rêzan Fatimê û Mustefa Fatimê