Alîkarê Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Kamîl Axta diyar kir, ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê, ne hêzên derve, ne jî kesên xwe weke mûxalefeta Sûriyeyê bi nav dikin, projeyekê nîşan nadin.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
AMÛDÊ / ANF
pêncşem, 6 kewçêrê 2016, 08:10
Axta ku yek ji beşdarên platforma li Rimêlanê bû, da xuyakirin, ku di vê komxebatê de gelek rewşenbîr û nivîskarên ji mûxalefeta Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê amade bû. Axta got, "Sîstema federal, rêbaza herî rast a çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye."
'ÇAVKANIYA KAOSA SÛRIYEYÊ, SÎSTEMA YEKPARÊZ E'
Axta diyar kir, sîstema federalîzma demokratîk xwe dispêre tecrûbeya serketî ya rêveberiya xweseriya demokratîk û anî ziman, federalîzma demokratîk derdoreke hê berfireh vedihewîne. Axta got, "Hemû gel, ol û zayendên li Bakurê Sûriyeyê dijîn, di nava vê sîstemê de mafên xwe yên demokratîk di asta herî bilind de temsîl dikin."
Alîkarê Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kamîl Axta destnîşan kir, ku ji bo serketina projeya sîstema federal ew ê hemû derfetên xwe bi kar bîne. Axta ku bi xwe ji gelê Çeçen e got, "Nûnerên çand û gelên beşdarî komxebata li Rimêlanê bûn, desteka xwe pêşkêş kirin. Vê yekê jî rewabûna federalîzmê afirand û careke din nîşan da ku eykane rêya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye. Ji bilî me pêkhateyên gelên Sûriyeyê, hin hêzên xwe dispêrin hêzên derve, xwe weke mûxalîf bi nav dikin. Armanca van hêzan anîna azadî û demokrasiyê ji bo gelên Sûriyeyê nîne. Ew dixwazin bi mejiyekî mezhebî Beşar Esad têk bibin û li şûna wî li ser textê desthilatdariyê rûnên. Di destê van hêzan de alternatîfeke din, rêyek din nîne. Di nava şerê 5 salên dawî de ev yek derket holê; armanca esasî ya van hêzan, garantîkirina berjewendiyên xwe ne. Eger yek ji sedemên bingehîn ên vî şerî zîhniyeta mezhebîperest û tekparêz be, berpirsyariya esasî ya kûrbûna vî şerî û neçareseriyê jî, nêzîkatiya van hêzên xwe weke mûxalîf bi nav dikin a li armancên desthilatdariyê ye.
Ti derdê van hêzan nîne ku ji bo siberoja Sûriyeyê, ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelên Sûriyeyê bixebitin. Cudahiya navbera me û van hêzan ev e; em dixwazin hemû gel bi rengekî demokratîk bi hev re bijîn, lê ew ji bo desthilatdariya xwe hemû gelan û çandan dikin qurban. Li gorî tecrûbeyên me, yekane rêya jiyana bi hev re û aram a mayînde, jiyaneke li nava sîstema federal a demokratîk e, ku her gel, çand, bawerî û zayend bi hev re dikarin bijîn."
'DI SER MEZHEBAN RE DIXWAZIN SÛRIYEYÊ PARÇE BIKIN'
Axta bibîr xist, ku dema wan sîstema federal a demokratîk ragihand, gelek hêzên xwe ji kaosa Sûriyeyê xwedî dikin, bi niyeteke nebaş gotin, ev sîstem Sûriyeyê parçe dike û wiha dewam kir: "Halbûkî desteka gelan a ku tecrûbeya me ya rêveberiya xweseriya demokratîk jiyan, roj bi roj zêde bû. Herêmê ji dagirkeriyê hatine rizgarkirin jî desteka xwe nîşan dan û vîna jiyana hevpar û rêveberiyeke demokratîk ragihandin."
Axta anî ziman, ji destpêka şoreşê ve wan têkoşîna li ser biratiya gelan dimeşînin bi hevpeymana civakî re xistine nava rewşeke hiqûqî, li ser biratiya gelan sîstemek ava kirine û got, "Bi hevpeymana civakî re me xwest her kes bigihêje armanca xwe. Di nava hevpeymana civakî de gel digihêjin azadiya xwe. Di navbera gelên Kurd, Ereb, Çeçen, Tirkmen, Asûrî-Suryanî de cudahî nîne. Gelek derdorên di dema bihurî de li derve man, dixwazin di nava sîstema federal de cih bigirin. Em hêvîdar in ên bi sîstema federal dizanin, wê ji bo parastina mafên xwe yên demokratîk, vê sîstemê ava bikin."
'WEKE GELÊ ÇEÇEN EM LI HER QADA SÎSTEMÊ TÊN TEMSÎLKIRIN'
Axta diyar kir, weke gelê Çeçen di nava rêveberiya demokratîk, YPG, hêzên asayîşê, xweparastinê û xebatên saziyan de cih digirin û got, "Perwerde jî di nav de hemû mafên me yên siyasî û çandî bi vê sîstemê re garantî bûne. Pêwîstiya tevahiya gelên Sûriyeyê bi vê sîstemê heye. Ji ber ku em vê sîstemê weke pêwîstiyekê dibînin, dixwazin sîstema federal a demokratîk ji bo hemû gelên Sûriyeyê belav bibe. Cihê kêfxweşiyê ye, ku gelek derdorên bi serketina vê sîstemê hesiyan e, dixwazin di nava sîstemê de cih bigirin. Ev daxwaza gelan nîşan dide ku em li ser rêya rast in."
'SIBEROJA GELÊN SÛRIYEYÊ DI NAVA SÎSTEMA FEDERAL DE YE'
Alîkarê Hevserokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kamîl Axta ragihand, li gelemperiya Sûriyeyê yekane cihê ku hemû gel bi hev re lê dijîn Rojava û qadên rêveberiya xweseriya demokratîk in û got, "Hêzên nikarin xwe jiyana bi hev re û hevpar a gelan rabigirin, dixwazin vî wêneyê bedew reş bikin."
Axta got, "Hêzên hewl didin sîstema me reş bikin, ti derdekî wan ê ji bo demokrasiyê û projeyeke wan a ji bo gelan nîne. Her yek ji van hêzan li odeyên otelê yên li welatekî rûdinên. Ya ku siberoja gelên Sûriyeyê destnîşan dike, tenê sîstema federal a demokratîk e. Sîstema federal a demokratîk ku sîstemeke hatiye ceribandin, dikare siberojeke hevpar ji bo gelên Sûriyeyê bîne û pirsgirêkan çareser bike.
Hêzên nikarin xwe li jiyana hevpar û aştiyane ya gelan rabigirin, bi her awayî dijminatiyê dikin. Di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de her kes cih digire. Em gotinên ne rast ên li dijî sîstema me tên bilêvkirin bi ti awayî qebûl nakin. Nîşaneya jiyana azad û demokratîk, civîna li Rimêlanê ye."
'EZ SPASIYA OCALAN DIKIM, KU XWEDIYÊ VÎ RAMANÎ YE'
Axta di dawiya axaftina xwe de got, "Ez spasiya Birêz Abdullah Ocala dikim ku xwediyê vê felsefe û ramanî ye. Bi saya vê sîstemê, gel niha di nava sîstemeke hevpar û demokratîk de dijîn. Em deyndarê şehîdên xwe ne, ku ji bo jiyana me ya li vê erdnîgariyê berdêl dane. Em hêvîdar in, Birêz Ocalan ê ji bo jiyana azad û bi hev re ya gelan gelekî ked û berdêl daye, di demeke kurt de azad bibe."