YPS: Di ketin û derketinên Cizîr û Silopiyayê de xendek tên kolandin

YPS’ê ragihand ku çeteyên Qesrê di ketin û derketinên Cizîr û Silopiyayê de xendekan dikolin. YPS’ê da xuyakirin ku bi çeteyên ku ewlehiya Girtîgeha Şirnexê pêk dianîn şer rû daye.

YPS’ê ragihand ku li ser rêya Cizîr û Silopiyayê, çeteyên qesrê roja 29'ê Îlonê xendek kolan.

YPS’ê îfade kir ku di navbera çeteyên li ber girtîgeha Şirnexê bûn û yekîneyên wan de şer derketiye.

Di daxuyaniya YPS’ê de ev hatin gotin; “Li Wanê, ev hefteyeke çeteyên Qesrê li taxên Xaçort, Şehîd Firat, Karşiyaka, Hecî Bekîr ên navenda Wanê, navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê operasyonê dimeşînin. Di van operasyonan de çete davêjin ser malan û sivîlan binçav dikin.”